Li dijî karanîna çekên kîmyewî çalakiyek li Silêmaniyê hat lidarxistin

Li Silêmanî bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî yê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên bikaranîn protesto kirin û bang li rêxistin û saziyên navnetewî kirin ku bi erka xwe rabin.

Şêniyên Silêmaniyê bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyawî yê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kirin. Di daxuyaniya hate dayîn de, bang li rêxistinê mafên mirovan û civaka navneteweyî hate kirin ku pêşî li vî sûcê dijî mirovahiyê were girtin.

Li Silêmaniyê Desteya Dijî Teror û Dagirkeriyê ku ji çend rêxistinan pêk tê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ku Tirkiye li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne çalakiyek lidar xist.

Di çalakiyê de Hêmin Mamend daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev bû 5 meh faşîzma Erdogan bi artêşa xwe û hemû hêza xwe ya teknolojiyê li ser Başûrê Kurdistanê dest bi êrişan kiriye. Herêmên Parastina Medyayê bûne navenda vî şerî. Gerîla û canfedayên azadiyê bi berxwedanek bêhempa li hemberî van êriş û dagirkeriyê disekinin û rojane destanan tomar dikin.

Şkestina artêşa Tirk a dagirker Erdogan bi hêrs kiriye, lewma dûrî hemû pîvanên exlaqî û mirovî û navneteweyî serî li bikaranîna çekên qedexekirî daye. Rojane gerîla û Herêmên Parastina Medyayê kîmyabaran dike. Ev yek jî li ber çavê raya giştî cîhanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi xwe biryara qedexekirina van çekên kîmyawî dane pêk tê û li hember bê deng in.

Mixabin parlamento, hikûmet û ragihandina navxweyî jî qet qala vê sûcê artêşa Tirk nake û neamadene vê mijarê lêkolîn bikin. Lewma radigihînin ku bêdengiya desthilat, hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê û saziyên ragihandinê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî nuqteyek reşe û nîşaneya xiyanet û erêkirinê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî hate kirin ku pêşî li vî sûcê dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk a dagirker bê girtin.