Li dijî hevkariya sûc a PDK'ê li Sêmalka çalakiya kondanînê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li dijî hevkariya sûc a PDK'ê bi dewleta Tirk re ya li dijî gerîlayan, li ber deriyê sînor a Sêmalka çalakiya kondanînê da destpêkirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li dijî hevkariya sûc a PDK'ê bi dewleta Tirk re ya li dijî gerîlayan, li ber deriyê sînor a Sêmalka çalakiya kondanînê da destpêkirin.
Ji ber sedema ku PDK'ê bi kemînekê 5 gerîla şehîd kirin û dest li ser cenazeyê wan danî, çalakiyên protestoyê didomin. Aqûbeta gerîlayekî ku hêsîr hate girtin, nayê zanîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo 'xayintiya PDK'ê'' şermezar bike li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakî da destpêkirin.
Malbatên şehîda nû gelê herêma Cizîrê ber bi kon ve herikîn, nayê zanîn bê ka çalakî wê kengî biqede.