Li dijî hevkarên AKP-MHP'ê li 3 bajaran çalakî

Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê got Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Deniz li Edene, Stenbolê û Bûrsayê li dijî dagirkeran çalakî kirine. YPS û YPS-JIN'ê got, ''Bi çarçoweya pêngava tolhildanê em ê her deverê bikin hedef.''

Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê ragihand bi çarçoweya ''pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingriyê û sîxûr-hevkaran'', Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan li Edene, Stenbol û Bûrsayê çalakiyên karîger kirine.

Koordînasyonê îro di daxuyaniyê de got, ''Her ku hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê zû ibe, bi rêbazên faşîzmê û barbariyê êrîşê dibe ser nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê û destkeftiyên wê. Rejîma faşîst a AKP-MHP ku dema ber bi têkçûnê ve êrîşê tîne ser şehîdgehên me, li kuçeyan êşkenceyê li zarokên Kur dike, şaredariyan desteser dike, ev kirin wê ji wan re nemînin.''

LI KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ EM Ê WAN BIKIN HEDEF

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Hêzên xweparastinê yên gelê Kurdistanê, wê tola dîrokî li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê wê bi çalakiyan hilîne'' û hate diyarkirin, ''Bi çarçoweya pêngava tolhildanê ya ku me li dijî mêtingeriyê û hevkarên wan daye destpêkirin, li her deverê em ê wan bikin hedef.''

LI DIJÎ MALA NOKER ÇALAKÎ

Çalakiyên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz wiha ne:

''Yekîneyên me 15'ê Gulanê derengê şevê li taa Yeşîlbaglar a navçeya Yuregîrê ya Edenê li dijî mala şexsekî ku hevkariyê bi AKP'ê re dike çalakiyeke sabotajê kirine. Piştî çalakiyê ziyaneke mezin hate ser kesê noker. Piştî çalakiyê polîsan û hêzên POH'ê yên dagiirker bi saetan kuçe dorpêç kirin.

FABRÎKAYA KU DESTEKÊ DIDE ŞER HATE ŞEWITANDIN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Denîz Zeryan 15'ê Gulanê derengê şevê li navçeya Umraniyê ya Stenbolê, li Herêma Sinayî ya Organîze ya Dudullu fabrîkeya veguherînê ya şexsekî ku destekê dide qesaya şer a rejîma faşîst a AKP-MHP'ê çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Piştî çalakiya ku hatî kirin gelek polîs û agirkuj hatine cihê bûyerê. Fabrîka bi saetan şewitî û tiştek jê nema.

WESAYITÊN NOKERAN HATIN ŞEWITANDIN

12'ê Gulanê êvarî yekîneya me li navçeya Yuregîrê ya Edene du wesayitên faşîstên AKP'ê şewitandin. Piştî çalakiyê ji wesayitan tiştek jê nema.

Yekîneya me 14'ê Gulanê nîvrokî li Sinayiya Metal a li navçeya Înegolê ya Bûrsayê li dijî kargeheke faşîstekî rejîma AKP-MHP'ê çalakiyeke sabotajê kirine. Di encama çalakiyê de 5 wesayit hatin rûxandin.'