Li dijî girtina nûçegihanê PÎRHA’yê Dîren Keser nerazîbûn

Piştî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Dîren Keser hat girtin, hempîşeyên wî li Dersimê çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.

Piştî ku cezayê girtîgehê ya nûçegihan Dîren Keser ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, hate girtin.

Li dijî girtina Dîren Keser, li kolana Hunerê daxuyaniyek a şermezarkirinê hate lidar xistin. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) nûnerên rêxistinên civakên sivîl û gelek rojnameger amade bûn.

Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. Nûçegihanê PÎRHA'yê Eyyûp Hanoglû daxuyanî da û diyar kir ku azadiya xwe îfadekirinê ji bo civakeke demokratîk pîvanek "jêneger e."

Hanoglû got, "Cezayê ku li hempîşe û hevrêyê me yê kar Dîren Keser hatiye dayîn, di esasê xwe de li hemberî çapemeniya azad, nûçeyên rast, li gotina muxalîfan û nasnameya rojnamevaniyê ye. Ne pirtûk, ne jî bawerî vê qebûl nake. Ew ê nekaribin pêşî li raman û xwe îfadekirina azad bigirin. Ew ê nekaribin nirxên mirovî û wijdanî bitepisînin. Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin."