'Li dijî gef û metirsiyê divê Kurd bi helwesteke neteweyî tevbigerin'

Parlamentera berê ya YNK'ê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gefeke mezin e li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Dema ku gef li herêmeke hate xwarin, divê kurd hemû bi helwesteke neteweyî tevbigerin."

Dewleta Tirk van du salên dawî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kir. Di vê çarçoveyê de 14'ê Nîsanê li Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrîşeke leşkerî kir. Parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr a YNK'î nerazîbûn nîşanî van êrîşan da û li dijî metirsiya heyî bang li gel û partiyên siyasî kir.

Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser xeteriyên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê got: "Dema em qala dagirkeriyê dikin, niha rewşa Herêma Kurdistanê di bin xeteriyê de ye. Dewleta Tirkiye hatiye nava xaka Herêma Kurdistanê. Ev dagirkerî heman demê ketiye ser xaka Iraqê. Herêma Kurdistanê û dîsa gelek navçe tên bombekirin. Çemçemal gelek dûr e ji xetên sînor, ew der jî hate bombekirin. Ne cihek e ku PKK lê belav bûye. Xelkên Herêma Kurdistanê li wir dijîn. Îro xeteriyek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye."

'NE PARLEMENTO NE JÎ HIKÛMETÊ BI FERMÎ JI BO PÊŞÎGIRTINA ÊRÎŞAN DAXWAZ JI IRAQ Û WEZARETA KARÊN DERVE NEKIRIYE'

Şêx Dilêr rexne li bêdengiya Palrament û Hikûmeta Herêmê kir û wiha domand: "Tevî vê jî bi rengekî giştî xelkê vê herêmê li dijî vê negihaye wê yekê ku çalakiyeke girseyî bike û bi fermî şermezar bike. Heta niha ne Parlamenta Herêma Kurdistanê û ne hikûmet bi xwe bi fermî daxwaz ji Iraqê nekiriye, daxwaz ji Wezareta Karên Derve nekiriye ku destdirêjî li ser xaka Herêma Kurdistanê tê kirin û pêşî lê bigire."

'DIVÊ TÊKILIYÊN SIYASÎ NEBE SEDEMA DAGIRKERIYÊ'

ParlAmentera YNK’ê ya berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr bê ku nav diyar bike bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker û ev anî ziman: "Xemsariyek mezin a partiyên siyasî heye li ser vê mijarê ku nekarîne herêmê biparêzin. Çiqas têkiliyeke siyasî hebe, divê ew têkilî nebe sedema ew bên dewlet û navçeyên te dagir bike, jiyana welatiyan bixe xeteriyê."

'EV DER MALA KURDAN HEMÛYAN E; XETERÎ HEBE DIVÊ YEK HELWEST BIN'

Rêzan Şêx Dilêr li ser gotinên hinek aliyên Başûr ku dibêjin PKK bila ji Başûr derkeve jî axivî û wiha domand: "Em li ser kîjan aliyê siyasî bin bila bibin, bi rengê giştî em Kurd in; ev der mala hemû Kurdan ya li hemû parçeyên din e. Dema ku xeterî li ser navçeyekê hebe, divê Kurd hemû bi hestê neteweyî rabin, bikeve tevgerê, bi erk û berpirsyariyên xwe rabin."