BI DÎMEN

'Li dijî êrîşên dagirkerî û hevkariyê divê ciwanên Başûr tevlî nava refên gerîla bibin'

Gerîla Serhildan Pêncewîn, li dijî êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê beşdarî nava refên gerîla bû û banga heman helwestê li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir.

Gerîla Serhildan Pêncewîn a ku li dijî polîtîkayên dagirkerî ya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ji Pêncewîn tevlî nava refên gerîla bû, li hemberî êrîşa berfireh a li dijî Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe anî ziman û got, "Dijminê bav û kalan ji axaftinê fêm nakin, pêwîste em çek hilînin û li dijî wan li ber xwe bidin."

‘EV HEVKARÎ Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Gerîla Serhildan Pencewîn destnîşan kir ku hevkariya PDK û artêşa dagirker a dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi taybetî yên li ser heremên Behdînanê nayê qebûl kirin û wiha got, “Ez weke ciwaneke Başûrê Kurdistan, weke jinek û weke gerîlayek YJA Starê vê hevkariya PDK’ê bi artêşa dagirker û dewleta faşîst a Tirk re qebûl nakim. Her dîmenek ji Behdînanê ku ez dibim şahid, hêrsa min a tolhildanê bilindtir dike. Bi şerê dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk a li ser Kurdistanê, hevkariya PDK’ê û rastiya wê hîn zelaltir xwe da ber çavan. Ji aliyê herkesî ve hat dîtin ku PDK bi van helwestên xwe ve yekemîn hêz e ku pêşiya artêşa dagirker ji bo dagirkirina axa Başûr vedike. Me çend roj berê jî dîtin, peşmergeyekî ku dixwest li gundê xwe, di nava zêviyên xwe de, di nava axa xwe de bijî, ji aliyê hêzên hevkar PDK û artêşa dagirker ve hat qetilkirin. Bombe bi ser wî de barandin, di heman demê de li gel wî welatiyekî din jî hebû. Ew jî şehîd bû. Gelê li ser vê xakê dijîn, xwediyê vê xakê ne, dibin hedefa artêşa dagirker a Tirk. Lê divê herkes vê rastiyê bibîne yê pêşiya vê vedike PDK ye. Armanca PDK û artêşa dagirker ew e ku gelê Başûr ji axa wî derxîne, mal û canê wan talan û tine bike.”

‘PDK PÊL XWÎNA ŞEHÎDAN DIKE’

Gerîla Serhildan Pêncewîn, anî ziman ku axa Başûrê Kurdistanê bi berdêlên giran hatine rizgarkirin û wiha domand, “Bi hezaran ciwan di bin vê axê de, di oxira Kurdistanekî azad de radizên. Di vê ev rastî bi taybetî ji aliyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ve bê dîtin û helwestekî herî tund bê raberkirin. Ev şehîd ji bo ku dewleta faşîst a Tirk bikeve ser axa Başûrê Kurdistanê nehatin dayin. Li ser her bihûstekî axa Kurdistanê xwîn hatiye rijandin, em ê destûr nedin dagirkeran.” 

‘PDK KURDISTAN JI DAGIRKERÎ, QIRKERÎ Û TALANKERIYÊ RE VEKIRIYE’

Gerîla Serhildan Pêncewîn, rista sereke ya PDK’ê di vê şerê qirkirinê de jî nirxand û wiha axivî, “‘Di salên 1990’an de li Bakurê Kurdistanê gund hatin vala kirin û şewitandin. Gelê Bakur ji cih warê xwe hatin koçber kirin. Qetlîamên pir mezin li hember gelê Bakur hatin meşandin. Yê vê kir dijmînekî bû, dijminê Kurdan bû. Tirkên faşîst bûn. Lê em dinêrin, di roja me de heman şêwaz ji aliyê partiyekî ku dibê ’Ez Kurd im’ û di bin navê Kurdayetiyê de polîtîka dide meşandin de tê kirin. Bi destê partiyekî Kurd Kurdistan ji dagirkerî, qirkerî û talankeriyê re hatiye vekirin. PDK Kurdistanê bi destê xwe teslîmê dewleta faşîst ya Tirk kiriye. 

Gerîla Serhildan Pêncewîn diyar kir Amediyê bûye baregeheke sereke ya artêşa dagirker a Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di serî de Amediyê giştî xetên Behdînanê û sînorên Iraqê di bin kontrola artêşa dagirker a Tirk de ye. Her roj li ser rêyên Amediyê qamyonên alavên leşkerî ji bo artêşa dagirker diçin. Dîsa lojîstîk jî yekser ji aliyê PDK’ê ve ji artêşa dagirker a Tirk re tê temînkirin. Li herêmê alên Başûrê Kurdistanê tên rakirin û li şûna wê yê Tirkan tên danîn. Pêwîste li hember vê kes bêdeng nebe û helwest bên raber kirin. Gelê Başûr bi taybetî jî ciwan divê vê rewşê bi ti awayî qebul nekin.’’

‘DÎSA DEMA RAPERÎNÊ YE’

Serhildan Pêncewîn, raperînên gelê Başûr ên li dijî rejîma Baas’ê jî bibîr xist û ev bang kirin, “Di dîrokê de ji bo parastina hebûn û nasnameya Kurdbûnê welatparêzên Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baas’ê rabûn serhildanê. Çawa ku di wê demê de ciwan û gel li hember rejîma BAAS rabûn serhildanê, divê îro jî wê helwestê ji bo parastina rûmetê raber bikin. Ji ber ku rewşa heyî ji wê demê cudatir nîne. Weke jinek a Başûrê Kurdistanê min helwesta xwe nîşan da û ji bo parastinê çek rakir. Tenê bi hindek daxuyaniyan ango axaftinan em nikarin vê dagirkeriyê bidin sekinandin. Dijminê dagirker ji zimanê nerm fêm nake. Rêya çareser kirin û sekinandina vê dagirkeriyê çek e. Di vê ciwanên Başûr jî vê rêyê esas bigirin û berê xwe bidin rêya tekoşînê. Divê ciwanên Başûr şehîdên Enfalê, yen li Silêmanî li hember PDK serî rakirin û sekînin ji bîr nekin. Li şehîdên vê xaka pîroz xwedî derketin, erka ciwanên Başûr e.”