Li Dersimê teqîn: Gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn
Li ser rêya bejahî ya Dersim û Erzînganê, dema leşkerên Tirk derbas dibûn teqînekê rû da. Ji ber teqînê gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn.
Li ser rêya bejahî ya Dersim û Erzînganê, dema leşkerên Tirk derbas dibûn teqînekê rû da. Ji ber teqînê gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn.
Leşkerên Tirk duh bi şev li herêma navbera Dersim û Erzînganê derketin operasyonê. Li ser rêya bejahî ya navbera Dersim-Erzînganê dema leşkerên Tirk derbas dibûn teqînek bû.
Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji herêmê wergirt, ji ber teqînê gelek leşker mirine û birîndar bûne.
HPG'ê hîn li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye. Rayedarên Tirk îdîa kirin ku leşker tenê birîndar bûne.