Li Dersimê şewata daristanan belav dibe

Li herêma Dersimê ji ber operasyonên ku ev demeke dirêje dewam dike, şewata ku li Herêmêa Hakîs a Pîlemûriyê derketî geş û belav dibe.

Di encama bomberdûmanên li ser daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve ku bi gotina ‘Operasyon hene’ qetilkirina xwezayê didome. Şewata ku beriya du rojan li Herêma Hakîs a Pîlemûriyê destpê kirî her ku diçe belav dibe. Şewata ku ji navenda Dersimê ve jî tê dîtin, çûna hermê jî tê astengkirin. Heyeta ku ji Komeleya Bila Mûzûr Azad Biherike, Serokê Baroyê, Serokên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê pêk tên, bi Midûrê Karê Daristan û Walîtiyê re civiyan, di encama civîna heyetê de hate gotin: “Ji ber ku operasyon dewam dike, em nikarin mudaxeleyî şewatê bikin.”

Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu diyar kir ku divê em pirsa “Çima vê şewatê derdixin?” ji her kesê bi hestyar bikin û got: “Êdî kar ji kirin hevdîtinan derketiye. Kar ne bi şewatê re sînordar e, sedem bomberdûmankirina çiya û daristanan e. Divê li Dersimê hemû sazî û komele xwe bidin hev û vê şewatê vemirînin.”