Li Dersimê qirkirina siyasî: 7 kes hatin binçavkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya Dersimê de 7 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Xozatê jî hate binçavkirin.
Di operasyona qirkirina siyasî ya Dersimê de 7 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Xozatê jî hate binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk ên li bajarên Kurdistanê didomin.
Berê sibehê hêzên dewleta Tirk li navçeya Xozat û Pertag ên Dersimê bi ser gelek malan de girt. Di encamê de Hevseroka HDP'ê ya navçeya Xozatê Canan Aslan, muxtarê gundê Hopikê Bulent Oguz, Ozkan Yildiz, Nejdet Çelîk, Îlhan Ruzgar, Mîthat Kaya û Mehmet Benler hatin binçavkirin.