Li Dersimê nasandina bi heybet: Em ê qeyûman bavêjin sergoyan!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di nasandina namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger a li Dersimê de axivî got: “Em bi hev re têbikoşin em ê tecrîdê bişkînin.”

Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê namzetên hevşaredariyan ên Dersim û navçeyan eşkere kirin û dan nasîn. Nûnerên partiyan di civînê de axivîn.

EMEP: TEKANE HÊZA TÊK NAÇE GEL E

Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku wan li dijî faşîzmê yekîtiya hêzê ava kiriye û got: “Em ê tevî hemû zordestî û zextan jî li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê tevî hemû girtin û lêpirsînan jî xebatên xwe yên hilbijartinê birêve bibin. Em ê bi yekîtî û hevgirtinê bersivê bidin polîtîkayên zordestiyê û em ê planên wan pûç bikin. Em ê xwe û bajarên xwe birêve bibin. Wê li dijî yek zilamtiyê demorkasî û azadî bi ser bikeve. Heta 31’ê adarê em ê vala nesekinin. Tekane hêza ku têk naçe hêza rêxistinkirî ya gel e. Ji bo serkeftinê baweriya me zêde ye.”

PARTÎZAN: LI DIJÎ QEYÛMAN EM YEK IN

Nûnerê Partîzan Yusuf Topçu jî behsa avakirina yekîtiya hêzê kir û got: “Qeyûm tayînî her deverê Kurdistanê kirin. Em jî ji îro pê ve li dijî qeyûman yek in û hev digirin. Polîtîkaya qeyûman berdewama polîtîkaya 1938’an e.”

ESP: DERSIM wê BISER BIKEVE

Wekîlê Serokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî got ew berxwedana Leyla Guven a li dijî faşîzmê di greva birçîbûnê de silav dikin. Tumuklu got: “Dixwazin bi komkujiyên xwe re me radestî qeyûman bikin. Ji bo em vê van qeyûman têk bibin û paqij bikin ji van deran divê em bi şev û roj li gund û bajaran bixebitin. Li dijî faşîzmê em ê bi ser bikevin. Teqez wê Dersim bi ser bikeve û teqez wê azadî bi ser bikeve.”

DBP: GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ PEYAMA BERXWEDANA NÛ YE

Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu jî anî ziman ku ew di pêvajoyek dijwar û zor de derbas dibin û ew ê vê pêvajoyê bi îradeya şoreşgerî rehet bikin. Turkoglu da zanîn ku grevên birçîbûnê yên li dijî faşîzmê peyamên berxwedanek nû ye. Turkoglu got ruhê îtîfaqa wan ava kiriye xwedî li mîrasa Zarîfe, Bêrîtan û Sakîneyan derdikeve û ji bo siberojek azad hatiye avakirin.

'RAMANÊ ÎMRALÎ HER DIÇE MEZIN DIBE'

Hevserokê HDP’ê yê Giştî Sezaî Temellî diyar kir ku wê mil bi mil, li gel hev bi yek hêz ava bikin û got: “Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin. Gotin û biryar a gel e. Hezar silav li Birêz Ocalan ê ji dîrokê heta niha ev pradîgma ji bo me pêşkêş kirî, be. Ya ku me anî gel hev ramanên Ocalan in. Ya dikeve ser milê me mezinkirina vê yekîtiyê ye. Ev raman her roja diçe mezin dibe. Tirsa wan ji vê ramanê ye. Aştî û demokrasî tercîfa vê ramanê dike. Bi tecrîdê aştî û demokrasî ji Tirkiyeyê dûr dikeve. Hemû Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Ji bo şikandina tecrîda Tirkiyeyê em ê bi hev re têbikoşin. Bi qeyûman rêvebirin bi xwe faşîzm e. Dixwazin faşîzmê bi sazî bikin. Erkê me yê serekî ye li dijî faşîzmê serî rakin e. Ji bo vê yekîtiya hêzê ya li Dersimê girîng e. 31’ê Adarê emê bersiva herî xurt li ser sindoqan bidin faşîzmê.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Temellî ê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di grevê de silav kir û wiha pêde çû: “Guven di demê herî zor ê têkoşînê de li ber xwe dide. Ji bo aştiyê bi bedena xwe li ber xwe dide. 280 girtî di greva birçîbûnê de ne. Silav û rêzdariyên xwe pêşkêşî hemû hevalên di grevê de ne dikim. Em ê bi hev re di demekî pir zû de dawî li faşîzmê bînin. Sûdekî mezin ên hevalên me yên di grevê den ji bo vê pêvajoyê bûne. Em naxwazin ev bi mirinê encam bibe. Li holê binpêkirina mafan û bêhiqûqiyek heye. Divê ev bidemildest bi dawî bibin. Daxwaza me ew e tavilê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Enceq bi vî rengî dawî li grevên birçîbûnê bên.

‘WÊ DI SINDOGAN DE AZADÎ DERKEVE’

Temellî diyar kir ku qeyûm cudahiyên li herêmê tune dihesibînin û got: “Ji bo em şaredariyên xwe paş ve bistînin naçin hilbijartinê. Ji bo em bi gelê xwe re jiyanek wekhev û demokrasî ava bikin diçin hilbijartinê. Divê em qeyûman wisa ji vir paqij bikin ku carek din hatina van deran neyê aqilê wan. Em bi bawerin wê di 31’ê Adarê de ji windoqan daxwaza aştî, demorkasî û azadiyê bi ser bikeve.”

DANASÎN

Piştî axaftinan namzetên hevşardariyên Dersimê û navçeyan ên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê hatin eşkerekirin û danasîn. Bername bi berzkirina dirûşm û lîlandinê bi dawî bû.

NAMZETÊN YEKÎTIYA HÊZÊ

Navên namzetên hevşardariyên Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê wiha ne:

Dersim: Nurşat Yeşîl – Hidir Demîr

Pêrtag: Mustafa Taşkale

Mazgêrd: Alî Ekber Saratli

Bajaroka Akpazar a Mazgêrdê: Orhan Çelebî - Songul Dogan

Qisle: Rahîme Kizilkan - Ozkan Aslan

Pulur: Serpîl Argin – Sînan Zenk

Pilemûriye: Gurol Yilmaz

 Xozat: Nesîmî Ataş - Îlknûr Dogan

Çemîşgezek: Suleyman Karadag