Li 30 herêmên Dersimê qedexeya derve hate îlankirin
Li 30 deverên cuda yên li bejahiya girêdayî navçeyaên Qisle, Xozat, Pîlemûriye, Pulurê û navenda Dersimê, ji 17’ê Kanûnê heta 31’ê Kanûnê herêmên qedexekirî hatin îlankirin.
Li 30 deverên cuda yên li bejahiya girêdayî navçeyaên Qisle, Xozat, Pîlemûriye, Pulurê û navenda Dersimê, ji 17’ê Kanûnê heta 31’ê Kanûnê herêmên qedexekirî hatin îlankirin.
Waliyê Dêrsimê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li navenda Dêrsimê û 4 navçeyên wê bi giştî li 30 herêman qedexek hatiye îlankirin. Walîtiyê da zanîn ku qedexe di navbera 17 û 31'ê Kanûnê de derbasdar e û ev tişt got: "Bajarê Dêrsimê, navenda wê, navçeyên wekî Qisle, Xozat, Pîlemûriye û Pulurê, bi giştî 30 herêmên cuda wekî Herêmên Ewlehiya Taybet hatiye îlankirin. Beyî agahiya amîrên mulkî ketina van herêman qedexe ye."