Li Dersimê helîkoptera Skorsky hat derbkirin: Li Sêrtê li qereqolê hat xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyên gerîla yên li Dersimê daxuyanî da, diyar kir ku li Dersimê li helîkoptera bi tîpa Skorsky hatiye xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li Kurdistanê ev agahî da:

LI DERSIMÊ ÇALAKÎ

“4’ê Hezîranên saet 02:00’an de li derdorî geliyê Olûk ê girêdayî navçeya Kemah a Erzînganê komek gerîlayên me rastî leşekrên artêşa Tirk hatine, li vir şer qewimiye. Di şerê li vir qewimî de têkildarî kuştî û birîndarên lerşkerên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin, heman demê li vir hevrêyekî me bi qehremî şer kir û gihiştiye şehadetê. Dîsa heman rojê artêşa Tirk a saet 04:30’an li herêmê dest bi operasyonekê kirin, bi obus û hewanan herêma Deraşora Mezin û Deraşora Biçuk bi qasî 2 saetan bomberdûman kirine.

2’yê Hezîranê hêzên me li dijî helîkoptara Skorsky a ku dixwest li tabûra navçeya Qislê ya Dersimê leşkeran dane çalakiyek lidar xistine. Di encama lêxistina yekîneyên me de helîkoptera Skorsky bê ku leşkeran dane, ji herêmê dûr ketiye.

Artêşa Tirk a ku piştî çalakiyên hêzên me lidar xistin û şûnde, 4’ê Hezîranê li gel hêzên veşartî li herêmê dest bi oprasyonekê kirin. Dîsa heman rojê yekîneyên me hêzên veşartî xistin di bin kontrola xwe de û li dijî wê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiya bi awayekî xurt hate lêxistin de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker paşve vekişiya û qad bi obus û hewanan bomberdûman kirin.

LI SÊRTÊ LI DIJÎ QEREQOLÊ ÇALAKÎ

Qereqola Osyan a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê 2’yê Hezîranê saet 20:30’an û 3’yê Hezîranê saet 17:30’an de di demên cuda de herêma Girê Kaç û deverên ku welatî debara xwe bi lawirvaniyê dikin dan ber top û hewanan.

LI ŞIRNEXÊ ARTÊŞA TIRK GULE LI SIVÎLAN REŞAND

3’yê Hezîranê saet 15:45’an dema ku malbatek dixwest sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê derbas bike ji aliyê Qereqola Yekmalê ve hate gulereşandin. Di encama gulereşandina artêşa Tirk de zarokek û 4 kes birîndar bûn. Hêzên me li vir mudaxele kir û malbata ku êrîş li ser hate kirin, ji qadê derxistin birin cihên bi ewle.

LI XAKURKÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa Tirk 4’ê Hezîranê saet 16:30’an heta 17:30’an devera Lêkikan a girêdayî Herêma Xaxurkê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kirin.”