Li Dersimê dewlet şewitandina daristanan didomîne

Li Dersimê hêzên dewletê şewitandina daristanan dewam dikin.

Daristanên li Dersimê bi rojan bû ji ber topbarana leşkeran dişewitî, di encama şewatê de bi hezaran zindîwarên li daristanê, dar û ber tev bûn xwelî. Şewata ku welatiyên Dersimê jî mudaxale kirin, herî dawî bi baranê re bixwe vemirî. Di saetên serê sibehê de ji Fermandariya Tabûra Hêzên Taybet a Jendirmeyan li dijî bejahia gundê Sîn Bosê ya girêdayî navenda Dersimê topbaran pêk hat. Êrîşên li dijî herêmê dem bi dem dewam dikin. 51'yekemîn Tûgaya Ewlehiya Navxweyî ya Navçeya Xozatê jî bejahî da ber topan. Ji ber topbaranê şewat derket.

GUNDÎ DI VEMIRÎNIN, LEŞKER PÊDIXIN

Ji hêla din ve ji ber derdora Fermandariya Qereqola Jendirmeyan a Karşilarê ya girêdayê navendê jî 2 hefteyan şewatê dewam kiribû, li ser mudaxaleya welatiyan şewat hatibû vemirandin. Cihê mijara gotinê leşkerên Tirk dîsa agir pêxistin.