Li derdora Mexmûrê liv û tevgera leşkerî heye

Li navçeya Mexmûrê û derdora wê ku ser bi wîlayeta Mûsilê ve ye, ev du roj in liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. Tê gotin ku di her kêliyê de dibe ku şer dest pê bike.

Li navçeya Mexmûrê û derdora wê ku ser bi wîlayeta Mûsilê ve ye, ev du roj in liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. Pêşmergeyan hêzeke zêde li herêma Dîbaka bi cih dike.

Artêşa Iraqê jî li aliyê din bi konvoyan leşkerên xwe sewqî herêmê dike. Vê sewqiyata leşkerî ya artêşa Iraqê hat duh bi şev dewam kir. Tê gotin, li herêmê rewşeke aloz heye û di her kêliyê de dibe ku şer dest pê bike.

Wekî din, hat ragihandin ku di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê de li ser Gwer, Mexmûr û Dîbekanê danûstandin dewam dikin.