Li Daquqê Newroz hate pîroz kirin
Li Başûrê Kurdistan, navçeya Daquqê a girêdayê bajarê Kerkûkê bi pêşengtiya Tevgera Azadî ve bi beşdariya sedan kesî ve Newroz hate pîrozkirin.
Li Başûrê Kurdistan, navçeya Daquqê a girêdayê bajarê Kerkûkê bi pêşengtiya Tevgera Azadî ve bi beşdariya sedan kesî ve Newroz hate pîrozkirin.
Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê ya herî dawiyê, îro navçeya Daquq a girêdayê bajarê Kerkûkê hate pîrozkirin. Newroz bi beşdariya Pêşmergeyên YNK’ê û sedan kesî ve hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Tevgera Azadiyê Şîlan Şakir axifî û bang kir ku divê em bi rûhê yekîtiya netewî ve li ber xwe bidin.
Şakir diyar kir ku AKP û PDK’ê îsal ji bo pîrozbahiyan asteng bikin çi ji destê wan hat kirin, lê dîmenê ku li qadê Newrozê derket holê ew vala derxistin û wiha pêde çû: “KDP-AKP, ji bo pîrozbahiyên Amed, Cizîr, Qendîl û gelek deverê din asteng bikin bi hevre tevgeriyan. Lê rexmê hemû astengiyan bi 10 hezaran, 100 hezaran kes herikîn qadên Newrozê. Ji ber wê yekê me digot, ev Newroz ne wekê Newrozê berê ye. Ev Newroz û coşa gelême , di çeperên şer de jî gêrîlla û pêşmerge yên li heman enîyê de li dijî çeteyan berxwedan û plana tasfiye karan vala derxist”
Şakir, bal kişand ser axaftinên têkildarî ala federaliya Kurdistanê yên di van demê dawî de û wiha got: “Dewleta faşîst a Tirk, li Kerkûkê li dijî rakirina ala Başûrê Kurdîstanê derdikeve. Bîla her kes bizanibe kes nikare li hemberê ev ala ku bi xwîna hezaran şehîdê me ve hatiye rakirin bê hurmetiyê bike. Eger ku dewleta Tirk îro bi rehetî li hemberê ala Kurdistanê bê hûrmetî nîşan dide, divê em weke hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistan rexnedayina xwe bidin. Bila her kes vê yekê baş bizanibe Kerkûk bajarekî qedîm ê Kurda ye, wê wisa jî bimîne. Tu kes nikare li Kerkûkê astengiya ji bo rakirina ala Kurd derxîne.”
Piştî axaftinan bi stranên Koma Şehîd Serhed, Koma Ararat, Koma Rojyar û Bêrî Wan heta saet 18:00’ an goven hate girtin