Li Daqûqê êrîşa bombeyî

Li navçeya Daqûq a Kerkûkê danê vê sibehê li dijî hêzên polîsên neteweyî yên Iraqê êrîşeke bombeyî hate kirn. Ji ber êrîşê fermandarê lîwayekê jiyana xwe ji dest da.

Îro danê sibehê li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê, li dijî hêzên polîsên neteweyî yên Iraqê êrîşeke bombeyî hate kirin. Nehate zanîn bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin. Ji ber êrîşê fermandarê lîwayekê jiyana xwe ji dest da.

Serhend Hamîd Ûbeydî yê li Midûriyeta Emniyetê ya Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîş li dijî hêzên emniyetê yên Rêxistina Polîsên Neteweyî ya Iraqê hatiye kirin û di encamê de Fermandarê Lîwaya Yekemîn a Tûgaya 16'an jiyana xwe ji dest daye.

Ûbeydî diyar kir, dema ku hêzên emniyetê li herêmê li dijî DAÎŞ'ê operasyona lêgerînê dikirin êrîş hatiye kirin.