Li Daqûqê di navbera hêzên Iraqê de şerê petrolê!

Fermandarê Heşdî Şebî Elî Gazî, ku qadên petrolê yên Daqûqê dide xebitandin, bi hinceta ‘diziya petrolê’ ji peywirê hate dûrxistin.

Piştî ku artêş Iraqê û Heşdî Şebî ya bi ser wê ve 16’ê Cotmeha 217’an Kerkûk û herêmên bi statûya ku nîqaş li ser wan heye bi dest xistin di navbera komên navborî de şerê rantê didiome.

Polîsên federal ên Iraqê îro operasyonek birin ser bîrên petrolê yên li Daqûqê yên bi kontrola fermandarê Heşdî Şebî Elî Gazî. Li gorî agahiyan Elî Gazî petrol ji bîran diziye û ji bo vê ji kar hatiye standin. Diyar bû ku li ser Gazî lêpirsînê dest pê kiriye.

Piştî ku hêzên Iraqê Daqûq bi dest xistin li herêmê hin qadên petrolê, ji berpirsê berê Gazî Talabanî hatiye standin û radestî Elî Gazî hatiye kirin.

Tê gotin Elî Gazî di êrîşên Daqûq û Kerkûkê de, di kuştina gelek Kurdan û talankirina malên Kurdan de bi çalakî cih girtiye.