Li dadgehê êşkence li girtiyên ji doza Nisêbînê dihatin darezandin kirin

Piştî cezayê muebetê ya li dadgehê dan kesên ji Doza Nisêbînê hatin darezandinn û şûnde bi hineta qîrkirina dirûşman hatin derbkirin û hatin kaşkirin.

Rûniştina doza 17 jê zarok 35 kesên piştî 26’ê Gulana 2016’an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema xwrêveberiyê de li taxan hatin berdan û şûnde dewam dike. Ji doza 70 kes jê tê darezandin dadehê biryar da, ceza li girtiyan hate birîn.

Rûniştina ku saetên sibê li 4’emîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdînê hate destpêkirin, girtiyan nerazîbûn nîşanî cezayê li wan hate birîn dan û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîr kir.

‘ÊŞKENCE LI MIN HATE KIRIN’

Piştî navber saetên sibehê ji girtiyan Mehsûm Çay derket pêşberî dadgehê û parastina xwe kir. Çay anî ziman ku li Girtîgeha Osamaniyê tim êşkence li wan tê kirin û diyar kir ku îfadeya têkildarî wî hatî dayîn napejirîne. Çay got: “Tiştekî wiha tine. Ew îfade ne rastin. Ez wan nasnakim. Ez îfadeya li ser xwe napejirînim. Tevî temenê min biçûke jî ez di nava kesên mezin de têm darezandin. Ji bo vê ez mexdûr im. Mutalayê jî napejirînim. Li girtîgeha Osmaniyeyê êşkence li min hate kirin. Dema hatina vir jî êşkence li min kirin. Şopên êşkenceyê hê jî li ser bedena min hene.” Piştre dadgehê ji bo temenê Çay bi daxwaza girtina rapora ATK’ê û doz taloqî 14’ê Mijdarê kir.

 ‘ÎDANMAMEYEK XEYALÎ YE’

Osman Bozkûrt ê yek ji girtiyên din parastin kir mutala red kir û îdaname qebûl nekir û got: “Ev îdîaname îdîanameyeke xeyalî ye. Çawa dibe di heman kêliyê de li 6 cihan bim? Ev tiştek bi mentiqe gelo? Bi dosyayeke xeyalî tên darezandin. Kesên nasnakim li ser me îfade dane. Li gel vê îfadeyên hatine dayîn di bin êşkenceyê de hatine girtin. Ji van kesê nasnakim. Ji van hinek li girtîgehê û hinek jî li dadgehê nas kirim. Cezayê bê dayîn li ser van îfadeyan tê dayîn. Ev îfade bên vegerandin ti sûcekî min nîne ku bêm girtin an li girtîghê bimînim. Îfadeyên xwe yê berê dubare dikim.”

Piştî îfadeya girtiyan parêzer parastinên xwe yên berê dubare kirin, daxwaza berdana wekîlên xwe kirin. Piştre jî heyeta dadgehê 5 deqe navber da rûniştinê.

Piştî navberê dadgehê ji bo Bozkurt li gel cezayê ‘Muebeta giran’ ji ber hewldana kuştina kesî 15 sal cezayê girtîgehê lê birî. Bozkûrt ê piştî cezayê hatî dayîn û şûnde li salonê dirûşma‘Bijî Serok Apo’ qîr kir, polîsan hewl da devê wî bigire. Bozkûrt ê tevî êrîşa leşkeran jî bi domdarî dirûşim qîr kir, bi kaşkirinê ji salonê derxist , dengê şikestin û qîr û hewarê bal kişand.

Piştî ceza û lêdanê doza Hamît Acûr jî destpê kir. Axûr ê tevlî rûniştinê bû sûcê li ser wî hatî sepandin qebûl nekir û got: “Dadgeh bi şêwazekî ne edaletê darazandinê dike. Destpêkê doz bi hev re dihate kirin lê piştre jî biryara cihêkirinê hatiye girtin. Ev bi serê xwe helwesta we ya li gel me nîşan dide. Heyet li ser vê bawerî nedaye me. Bi hincetên biçûk dosya hate cihêkirin. Ez bi sivîl çûme Nisêbînê û sivîl jî jê derketime. Ne dîmen û ne jî şopên tiliyên min hene. Tenê li ser min îfade hene. Daxwaz dikim ku dosya bi şeklê giştî bê kirin.”

Piştî parastina parêzeran û şûnde 5 deqe navber hate dayîn. Heyeta dadgehê piştî navberê bi heman hincetê Acûr bi cezayê muebeta giran û 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Rûniştin wê sibe bi darezandina girtiyên din dom bike.