Li Cûdiyê operasyon hate destpêkirin
Artêşa Tirk li herêma Cûdiyê ya Şirnexê vê sibehê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Artêşa Tirk li herêma Cûdiyê ya Şirnexê vê sibehê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin, artêşa Tirk vê sibehê li qada Girê Çolya ya Cûdiyê ya Şirnexê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.
Tê diyarkirin ku ew ê operasyon sê rojan bidome. Agahî nehatin stendin ku bê ka li herêmê şer çêbûye yan na.
Artêşa Tirk hefteya borî jî li heman herêmê operasyon dabû destpêkirin lê bêyî ku encamê bistîne, ji herêmê vekişiyabû.