Li Cûdî 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Cûdî çalakiyeke sabotajê li dijî leşkerên Tirk pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de wiha got:

''13'ê Gulanê spedeyê artêşa TC'ê ya dagirker bi tevlêbûna yekîneyên kontra li qada Cûdî ya Şirnexê, li qada Eynika operasyonek da destpêkirin. Yekîneyeke dijmin a ku tevlî operasyonê bûyî li dehma Çeperanê kete ber kontrola hêzên me. Yekîneya dijmin demeke dirêj di kontrala hezê me de ma û saet 05.30'î bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever bi taktîka sabotajê ew kirine amanca xwe. Ji vê yekîneya dijmin ku bûyî amanca hêza me 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker bi Skorskyê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji qadê rakirine. Ev operasyona ku hêzên dagirker dane destpêkirin, heman rojê saet 11.00'an bê encam vekişiyaye.

12'ê Gulanê saet 07.00'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker qada Komasor a herêma Xakûrkê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kirin.

13'ê Gulanê dîsa balafirên şer qada Bektorya ya herêma Heftanînê bombe kirine.

Di encama vê bombebaranê de ti ziyan negihaye hêzên me.''