Li Colemêrgê 'veberhênan'a bi 10 katrîlyonî: 200 kalekol, 18 HES!

Erdogan got, "Me bi bihayê 10 katrîlyonî veberhênan li Colemêrgê kir". Diyar bû ku ev 'veberhênan'a Erdogan 200 kalekol û 18 HES in ku van 7 salên dawî hatine çêkirin.

Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, dawiyê heftiyê li Colemêrgê, li Kongreya Bajêr a AKP’ê ya Colemêrgê got di nav 15 salan de 10 katrîlyon ‘veberhênan’ li Colemêrgê kirin.

Ev daxuyanî bûn sedem ku pirsa ‘ev veberhênan li kû hatine kirin’ were pirsîn. Erdogan got, ‘veberhênan bi 10 katrîlyonî’ lê negot bê ka ev çi ne. Lê rastî di demeke kurt de derkete holê. Bi lêkolîna ku ANF’ê kirî derkete holê ku ev ‘veberhênan’ a qalekol û HES’in. Li Colemêrgê ezman tije qelakol û li ser erdê jî tije HES kirine.

DI 7 SALAN DE 200 QALEKOL

Her qalekolek maliyeta wê li gorî salan diguhere lê bi giştî her yek jê tê ser 4-5 milyon TL’yî. Li Colemêrg navend, navçe, gund û li ser sînoran ji hêla TOKÎ’yê ve 200 qalekol hatine xilaskirin.

Qalekolên ku hatine xilaskirin:

Şemzînan: 50 kîlometre dûrî Şemzînanê, li ser sînorê Îranê li pêşberî Çiyayê Şehîdan, li qada di navbera gundên Şikeftan, Gola, Ketûna Binî, Ketûna Serî, Zivkan, Balê, Zerikî û Gosrova de gelek qereqol û baregehên leşkerî têne çêkirin. Li vê herêmê li Varibozu, Dema Çiya, Girê Eshaba , Berê Evrazê, Kanîyaspî, Banîge, Tilsê, Kola, Nerdûşe, Bihîyahorê, Gendalok, Wargeniman, Şikeftan, Garê, Gelişim, Evrestepe, Masîro, Meleyan, Girê Zînî, Girê Turkan û li qada Çimenî Hescî qereqol têne çêkirin. Li pêşberî sînor Îranê li Xelîla 1, Xelîla 2, Zerpele, Girê Şikeftan, qada Şehîdan, pêşberî Fişe, pêşberî Kendalok û Kemalokê qereqol têne çêkirin, li bilindciya Çiyayê Şehîdan, ji hêla Îranê ve li dijî balafiran pergala radarê hatiye çêkirin.

Li navçeya Geverê: Li herêma Oremarê 3, li gundê Çobanpinar, herêma Doskî 2 heb, li bajarokê Buyukfçiftlik, Kisikli, Perîhan û gundê Guvenê jî qereqol têne çêkirin.

Li gorî agahiyan ji bo 100 qereqolên dî xebatên îhaleyê didomin.

DI 5 SALAN DE 18 HES

Hikûmeta AKP’ê di van 10 salên dawî de li Colemêrgê yek ji tişta ku pir dike HES in.Li Colemêrg û derdora wê di nav van 5 salan de 18 HES hatine çêkirin. Gelek şîrket ku bi pêş lîsansê li bendê ne ku dest bi çêkirina HES’an bikin. Lîsteya HES’an a AKP’ê ya li Colemêrgê.

HES’ÊN KU SAZKAR IN

HES a Bagişli a Hîdroelektrîk Hilberîna Elektrîkê a Ceykar 30 MW

HES a Kirikdagê Hîdroelektrîk Enerjîya Elektrîkê ya CFC 17 MW,

HES a Otluca a Hîdroelektrîk

Enerjî Fernas 1,28 MW, Santrala Termîk a Çelê Colemêrgê

Şaredariya Geverê, Santrala Enerjîya Rojê

Hin Santralên Elekrîkê ên ku pêş lîsans standine û plana wan hatiye danîn:

HES a Geçîtlî ya Hîdrolektrîk a Hilberîna Elektrîkê ya Akme, 32 MW

Bendana 3 ya Doganli û HES (pêş lîsans standiye) û HES

DC Hîdrol Enerjî 314 MW Çukurca Barajı ve HES (pêş lîsans standiye)

Hîdroelektrîk: DC Hîdro Enerjî 288 MW Bendava Colemêrgê û HES

Hîdroelektrîk: HCZ Enerjî 242 MW Bendava Dîlektaşi û HES (pêş lîsans standiye)

Hîdroelektrîk: Turkerler Holding 130 MW, Bendava Doganli û HES (pêş lîsans standiye)

Hîdroelektrîk: DC Hîdrol Enerjî 118 MW, Bendava Şemzînanê û HES (pêş lîsans standiye)

Hîdroelektrîk: Reis Grubu 106 MW,Bendava 2 Doganli û HES

Hîdroelektrîk: DC Hîdrol Enerjî 45 MW,Yenihan HES (pêş lîsans standiye)

Hîdroelektrîk: CFC Elektrik Enerjî 35 MW, Bendava Rubarişin û HES

Hîdroelektrîk: Ceykan Enerjî 30 MW, Orta Zap HES (pêş lîsans standiye)

Hîdroelektrîk: Daglıca Enerjî 15 MW, Regulatora Şemzînanê û HES (pêş lîsans standiye),

Hîdroelektrîk: Miran Enerjî 12 MW