Li Colemêrgê konçalên ‘ewlehiyê’

Li Colemergê li gelek zozan, gund û navendan, li taxan bi hinceta ‘ewlehiyê’ li ser rêyan konçal hatine vekirin, kevir li wan hatine valakirin û ji çûnûhatinê re hatine girtin. Dewlet qîma xwe bi vê jî neanî û li ser rêya hin gundan deriyê ji pola danî.

Hêzên dagirker ên Tirk li taxa Karşiyaka ya Colemêrgê û li gelek gund û gundikan, li ser rêya zozanan konçal vekirin, kevir li wan valakirin û çûnûhatina welatiyan asteng dike. Colemêrgî aciz in ku heta bi navenda bajêr jî konçal hatine valakirin.

Li Colemêrgê ku welatiyan her sal sewalên xwe dibirin û şahiya berxbirê li Zozana Berçelanê dikirin îsal ji ber ku dewleta Tirk bi hinceta ‘ewlehiyê’ asteng kiriye nikarin biçin. Li ser van rêyan konçal hatine vekirin û bi vî rengî jî çûnûhatin tê astengkirin. Li 11 gundên Colemêrgê yên weke Valto, Tare û Orîteyê konçal hatine vekirin, çûnûhatin têne blokekirin. Hin çêrî jî kirine ‘herêmên qedexe’ û nahêlin welatî biçinê.

DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN

Gundê Xezalkê ku beriya niha hatibû bombekirin tê xwestin ku vala bikin. Dewlet bi zanebûn gundê Xezalkê bombe dike, dixwaze gundiyan çavtirsandî bike û li ser rêya gund konçalan vedike.

LI SER RÊYA GUND DERIYÊ JI POLAN

Dewleta qîma xwe bi konçal û keviran neanî û li ser rêya Kuroşîno yê Çelê deriyê ji pola danîn. Di saetên diyarkirî de çûnûhatina li gundê Kuroşîno serbest e. Li ser 11 rêyên gundên ku di rêgeha Kuroşîno de ne, konçal hatin vekirin û kirine ‘herêma qedexe’. Derdora wan jî hem ji hewayê ve û hem jî ji qereqolên derdorê ve têne bombekirin.

DEWLET ŞÊT BÛYE

Deweleta Tirk ne tenê li gund, gundik û ser rêyên zozanan li navenda Colemêrgê, li taxa Karşiyaka jî li ser rêyan konçal vekirin. Welatî dibêjin dewlet aqil berdaye, şêt bûye, konçal heta bi navenda bajêr anîye û welatî dibêjin êdî dewlet nema dizane çi dike. Dizane ku li vir dagirker e û ditirse.