Li Colemêrgê çalakiyên li dijî artêşa Tirk

HPG’ê encamên çalakiyên li Colemêrgê yên li dijî artêşa Tirk eşkere kir. HPG’ê di heman demê de qala sivîlên ku artêşa Tirk ew qetil kirine jî kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de eşkere kir. HPG’ê têkildarî sivîlên li Şeladizê ji ber bomberdûmana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dane jî agahî da.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

LI GIRÊ BAYÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 19’ê Îlonê de saet di 12.00’an de li dijî leşkerên Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Girê Bayê ya Geverê ya bi ser Colemêrgê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

ARTÊŞA TIRK LI COLEMÊRGÊ OPERASYON DA DESPÊKIRIN Û ÊŞKENCE KIR

Di 16’ê Îlonê de hêzên dagirker li gundê Tilora ya Geverê operasyonek dane destpêkirin. Hêzên dagirker girtine ser gund û êşkence li gundiyan kirine. Operasyon di 17’ê Îlonê di destê sibehê de ji qadê vekişiyaye.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 18’ê Îlonê de li gundên Bajêrgê, Basan, Pirdik, Bilindbasan û Soryan ên Geverê operasyonek dane destpêkirin. Operasyon hê jî didome.

BALEFIRÊN ŞER 3 SIVÎL QETIL KIR

Balefirên şer ên Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 19’ê Îlonê de li qadên Zap û Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistine.

Di vê çarçoveyê de qada Sîda ya Zapê saet di 13.00’an de, qada Çemço saet di navbera 20.30-21.00’an de, qadên Girê Karker, Xeregol û Qada Cîloya Biçûk jî di navbera saet 20.00-22.00’an bomberdûman kiriye.

Saet di navbera 20.30-22.30’an de bi alîkariya Firfirokên Hewayî yên Bêmirov balefirên şer Girê Şehîd Dîren, Girê Şehîd Rizgar, bax û baxçeyên gel ên li Avaşîn-Basyayê ya herêma Avaşînê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê 3 sîvîlên li ser bax û baxçeyên xwe jiyana xwe ji dest dane.

NASNAMEYA GERÎLAYÊN LI ERZIROMÊ JIYANA XWE JI DEST DANE

Di 19’ê Hezîranê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şenkaya ya Erziromê operasyonek dabû destpêkirin. Gerîlayên me li vê derê rastî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çûbûbû. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên leşkerên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di vî şerî de 3 rêhevalên me gihiştine şehadetê, nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Alîşer Semsûr
Nav û Paşnav: Zeynel Leblebîcî
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik - Bav: Hanim – M.Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzirom/ 19’ê Hezîrana 2017

Nasnav: Cesûr Jiyan
Nav û Paşnav: Hancan Sevînç
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Neffûre - Sidik
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzirom 19 Hezîrana 2017 /

Nasnav: Sefkan Ararat
Nav û Paşnav: Kenan Kahraman
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik - Bav: Mahkûl - Selahattîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzirom / 19’ê Hezîrana 2017