Li Colemêrgê çalakiyên gerîla: 16 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî wesayîtên zirxî yên di navbera Gever û Şemzînanê nava tevgerê de çalakiyek li dar xistine, di çalakiyê de 15 leşker hatine  kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş dewam dike. HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Gever, Şemzînan û Colemêrgê lidar xistin ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Çelê û Şemzînan a Colemêrgê çalakiyên bi bandor lidar xistin.

6’ê Tîrmehê saet 02:00’an hêzên me li dijî konvoyekî artêşa Tirk a mêtînger dema ji navçeya Gever ber bi Şemzînanê ve bi rê dike li nêzî Pira Nergûşa çalakiyek lidar xistine. Di encama çalakiya 2 wesayîtên kopra yên zirxî kirin hedef de, wesayîtek hate rûxandin û yek jî hate derbkrin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 15 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Piştî çalakiyê 3 wesayîtên zirxî yên ji Qereqola Durê hatin kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistin. Piştre jî cihê çalakiyê bi obus, hewan û bombeyan topbaran kirin.

6’ê Tîrmehê saet 11:00’an hêzên me leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Elîşê ê Geverê kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatin zelalkirin.

6’ê Tîrmehê saet 13:40’an hêzên me 2 wesayîtên zirxî di navbera Qereqola Êriş û Sersêvê yên girêdayî Çelê kirin hedef. Di encama çalakiya ji nêz û xurt ve wesayîta kobra ya zirxî hate derbkirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerk hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi qasî saetekê cihê çalakiyê bi obus û hewanan bomberdûman kiriye.