Li Colemêrgê çalakî, li Osmaniyê şer

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Colemêrgê û şerê li Osmaniyê agahî da.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê li çalakiyên Çelê ya Colemêrgê gelek leşker hatin kuştin. Li Osmaniyeyê gerîlayek şehîd bû.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

"13’ê Adarê hêzên me li Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin. Din av vê çarçoweyê de;

LI ŞEMZÎNAN Û ÇELÊ ÇALAKÎ

Saet 09.00’an hêzên me li gire Koordîne mewziyên dijmin kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend mirin, çend birîndar bûn, tespît nebû.

Saet 11.00’an hêzên me li gire Xeregolê bi ser yekîneyên leşkeran de çalakî kirine. Bi rengekî serkeftî derb li mewziyên dimin hatiye xistin, ji leşkerên dijmin çend mirin, çend birîndar bûn, tespît nebûye.

Saet 11.30’an hêzên me bi ser qereqola Şikêr de çalakiyek kirin. Mewzî û starayên dijmin derb xwarine, di encama çalakiyê de çend leşker hatin kuştin, çend birîndar bûn, tespît nebû.

13’ê Adarê hêzên me li Şemzînanê li girê Gumbetê artêşa TC’ê ya dagirker kirine hedef. Çend leşker hatin kuştin, çend birîndar bûn, zelal nebû.

LI OSMANIYA GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

6’ê Adarê saet 11.30’an li zozanê Fenî ya Osmaniyê yekîneyeke me ya gerîla li rasta leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker hatiye û şer derketiye. Di şer de hêzên dagirker nekarîne ku bi ser yekîneya me de biçin, bi balafirên şer qad dane ber bombeyan. Di encama bikaranîna teknîka zêde de, hevrêyê me Şergo şehîd bûye.

Agahiyên nasnameyê yên hevalê me yê şehîd wiha ye:

Navê Kod: Şergo Botan
Nav Paşnav Ciger İsmail
Cihê Bûyinê: Dêrik
Dê- Bav: Refida - Ömer
Dema û Cihê Şehîdbûnê 6 Adar 2018 / Osmaniye

Hevalê me Şergo Botan ji Dêrika Rojava, li nav malbateke welatparêz hatiye dine. Ji nav malbata hevalê me Şergo gelek kes tevlî nav Tevgera Azadiya Kurd bûne. Beriya hevalê me Şergo jî ji malbatê hin kes tevlê têkoşînê bûbûn, wî jî da pey rêça wan, di nav têkoşîna azadiyê de cih girt, ji dema ku tevlî nav têkoşînê bûyî ve, li dijî faşîzma TC’ê û polîtîkayên qirkirina Kurdan têkoşîneke xurt daye. Bi hişmendiya ku ji bo azadiya gelê Kurd pêk were divê yekîtiya Kurdistanê pêk were û têkoşîn were geşkirin tev geriyaye û li her qada ku lê maye, bi ked, dilsoziyan xwe derketiye pêş. Hevalê me Şergo, heta dema ku şehîd bûbî jî têkoşîneke dijwar daye, din av hevalên xwe yên têkoşînê de bûye mînak.

Ji ber vê şehîdbûna ku em jiyan, di serî de serê malbata hevalê me Şergo Botan, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em careke dî sond dixwin, heta ku azadiya gelê Kurd pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."