Li Colemêrgê 4 siyasetmedarên jin ên HDP'î hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Colemêrg û Şemzînanê, bêyî ku hincetekê nîşan bide avêtin ser malan û 4 siyasetmedarên jin destgîr kirin.

Hate ragihandin ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatiye kirin.

Di serdegirtinan de Hevseroka berê ya HDP'ê ya bajêr Sîpan Tûran, Hevseroka Navçeya Navendî Sînem Seven, Berdevka Meclîsa Jinê ya Colemêrgê Zeynep Kaya û Hevseroka Şemzînanê Sozdar Atîlla hatin destgîrkirin.

Jinên HDP'î yên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Li ser sedema destgîrkirinê ti agahî nehatin dayin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de bang li endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Erol Cengîz, Hevserokên Geverê Şadiye Kirmizigul û Abdulkerîm Akdogan, parêzer Harîka Gunay Karataş û Orhan Gur û Îsmaîl Seven hate kirin ku îfadeyê bidin.