Li Colemêrg, Mûş û Bedlîsê: NA!

Li Colemêrg, Mûş û Bedlîsê Cejna Newrozê bi coş hate pîrozkirin. Gel pîrozbahiya bi sirûda “Bi teqez em ê bi ser bikevin” bersiva referandûmê dan.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê welatiyên ku serê sibehê ji taxan bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qada Newrozê, Otogara Şaredariyê tijî kirin. Bi hezaran kesên bi muzîkê govend gerandin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Necmettîn Akar gel silav kir û Newroza gel silav kir.

Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Lezgîn Botan û dayikan ve agirê Newrozê pêxistin. Piştî ku Newroz hate pêxistin gel govend gerand û coşa Newrozê jiyan.

Di pîrozbahiyê de peyamên parlamenterên girtî, hevşaredar û siyasetmedaran hate xwendin de parlamentera HDP'ê û Serokwekîla Koma HDP'ê Ahmet Yildirim axivî û diyar kir ku parlamenterên bajar hemû girtî ne û silavên parlamenteran parve kir. Yildirim bal kişand li ser referanduma ku wê di 16'ê Nîsanê de pêk bê û wiha berdewam kir: "Li Cizîr, Sûr. Nisêbîn û Geverê gelek êş bi gelê me dan kişandin. Di 16'ê Nîsanê de wê sandiqê bîni pêşberî me. Em ê hesabê girtina îradeya me, bajarên me yên hatine şewitandin, hovîtiya li jêrzemînan di sandoqan de bipirsin. Em ê ji bo azadiyeke nû deriyekî vekir. Divê heta 16'ê Nîsanê saniyeyekî kesekî vala derbas nebe û neçin malên xwe. Divê li deriyan bidin. Em ê bihevre bi ser bikevin. Em ê gava yekem di 16'ê Nîsanê de bavêjin."

Piştî axaftinan Newroz bi stran û govendan bi dawî bû.

MÛŞ

Bi hezaran welatiyên li Qada Îstasyonê ya Mûşê li hevkom bûn, bi sirûda “Em ê teqez biserkevin” Newroz pîroz kirin. Li qada ku flamayên NA û HDP’ê bilind bûn, posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag vekirin. Gelê ku saetên serê sibê hatin qadê, ligel astengî û dorpêça polîsan qad tijî kirin. Pîrozbahiya bi govenda gel destpê kir Wekîla HDP’ê Bûrcû Çelîk Ozkan û endamê MYK’ê yê HDP’ê wekî axaftvan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Na” bilind bû destpêkê Çelîk axivî û wiha got: “Gel li dora agirê Newrozê bûye yek. Em ê di 16’ê nîsanê de bi berxwedana Kawayan dîktatoriyê hilweşînin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat vêxistin û li dora agir govend hat gerandin. Gelê Bedlîsê bi agirê Kawa ji referandumê re got Na.

BEDLÎS

Bi hezaran welatiyên Bedlîsê bi alên Na herikîn qada Gok a Newrozê. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî endamên komîteya amadekar gel silav kirin, peyana Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Taşdemîr hatin xwendin.

Parlamentere HDP’ê yê Bedlîsê Mehmet Celadet Gaydali bal kişand ser referandumê û wiha got: “Îro demokrasî hat cîhanê. Devlet Bahçelî digot dîktatorî nayê Tirkiyeyê. Hinceta wî jî ew bû ku dîktatorî peyvek biyanî ye. Tirkiya wê Nemrut zalimtiye. Em di referandumê de dikevin pêvajoyek dîrokî de, ji ber wê bêyî bikevin riya şaş wê gelê me û hemû gel bêjin Na.

Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî wiha axivî: “Ligel astengî û zextan jî gelê Bedlîsê qad tijî kiriye. Kawa çawa li dijî Dehaq têkoşiya gelê kurd jî îro li qadan têdikoşe. wê gelê me di 16’ê Nîsanê de ji pergala serokatiyê re bêje Na. Armanca mezin a Newrozê eve.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat vêxisitn. Pîrozbahî bi govenda li ber stranên hunermend Ayfer Duzdaş û Veysî Ermîş hat gerandin bi dawî bû.