Li Cizîrê li dijî terora polîsan berxwedana gel didome

Dewleta Tirk îro waliyê mêtinger danî ser şaredariyê, gelê Cizîrê dema ku li dijî vê rawestiya polîsên mêtingeriya Tirk êrîş birin ser gel. Wekîlek birîndar bû û 4 Kurd hatin destgîrkirin. Partîyî û gel li ber xwe didin.

Rejîma Tirk a mêtinger dest li ser peywira Hevşaredarê Cizîrê Mehmet  Zirig danî û qeymeqam Davut Sînanoglu li şûna wî danî. Li dijî vê dagirkeriya rejîma  Tirk gelê Cizîrê derkete qadan. Berê sibehê çawa ku qeyûm anîn ser şaredariyê, dora avahiya şaredariyê û rêxistina navçeyê ya HDP'ê bi wesayitên zirxî hate dorpêçkirin, mîna ku rêveberiya jidiyayî hatibe ragihandin li gelek kuçeyên navçeyê wesayitên zirxî hatin bicihkirin.

TERORA POLÎSAN

Li gel vê terora polîsên Tirk jî wekîla HDP'ê ya Şirnexê Nuran Imîr û Hasan Ozguneş, hevşaredarên Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet  Zirig û gelek şêniyên bajêr li ber avahiya partiyê kom bûn û xwestin ku daxuyaniyekê bidin. Lê polîsên Tirk bi hinceta biryara 'qedexe'yê yê waliyê mêtinger ê Şirnexê xwest ku daxuyaniyê asteng bike. Dema ku şêniyên bajêr xwestin ku bimeşin polîsan bi mertalan dora girseyê pêçan û êrîş birin ser gel.

Mesût Uçkaç û Serhat  Kuçuk ku endamên meclîsa şaredariyê ne û 2 kesên din bi darê zarê hatin destgîrkirin, polîsan bi jopan êrîş anîn ser gel. Wekîla HDP'ê Nûran Imîr derb li serê wê ket, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Piştî êrîşa domdirêj a polîsên Tirk gel kete avahiya partiyê û polîsan bi mertalên xwe ber deriyê partiyê girtin.

GEL JI YA XWE NEHATE XWAR

Gel bi dirûşmeyên ''em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'' li dijî terora polîsan rawestiya. Gel jî bi xortûma av avête ser polîsan. Polîsên Tirk mîna dîn û haran pîma bomeya gazê kişandin û avêtin nav avahiya partiyê. Gel bombeya gazê ya ku ketî hundir avête ser polîsan, li ser vê polîsên li ber derî vekişiyan.

Polîsên Tirk ji bo ku berxwedana gel neyê dîtin nûçegihan asteng kirin.

Li avahiya partiyê berxwedan didome.