Li Cizîrê doza HDP’yiyan hate kirin

Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ku peywira wî hatibû desteserkirin jî di nav de rûniştina doza 11 kesan hate kirin.

Li Cizîra Şirnexê di 22’ê Tebaxa 2019’an de bi hinceta ku li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê çalakiya dengderxistinê li dar xistine, li 11 kesan doz hatibû vekirin.

Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ku peywira wî hatibû desteserkirin, Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Gule Tûnç, endamên Meclîsa Partiyê Zelal Yerlîkaya û Nûrettîn Tûrgût jî di nav de rûniştina dozê hate kirin. Di dozê de 11 kes tên darizandin.

Piştî parastinan ji bo bicihanîna kêmasiyan û Ramazan Dalmiş ê ku nehatibû rûniştinê bi darê zorê were anîn, dadgehê rûniştin taloqî 9’ê Nîsanê kir.