Li Cizîrê bi hezaran kes di mîtînga HDP’ê de hatin ba hev

HDP mîtîngên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê didomîne. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî îro jî li Cizîrê bû. Li Cizîrê bi beşdariya bi hezaran kesan mîtîng hate lidarxistin.

Bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Cizîrê mîtîng hate lidarxistin. Gel bi koman berê xwe dan mîtîngê. Piştî lêgerînên li bendên kontrolê yên polîsan gel berê xwe dan qada mîtîngê.

Ligel dorpêça polîsan û hewaya germ, bi hezaran kesan berê xwe dan qada mîtîngê û bi stranan re govend gerandin.

Ji Şirnexê û hemû navçeyên derdorê, malbatên Roboskê, hevşaredarên DBP’ê yên ku qeyyûm li şûna wan hatibû peywirdarkirin, malbatên kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî tevlî mîtîngê bûn.

Girse bi stranên Koma Gulên Xerzan govendê digerîne û sloganên ji bo piştgiriya HDP’ê berz dikin.

Mîtîng a niha didome.