Li çiyayên Rojhilat jineke enternasyonalîst: Gerîla Bêrîtan

Bêrîtan ku jineke Ereb e, piştî êrişên li ser Şengalê tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Piştre derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû û têkoşîna xwe li wir dewam kir.

Bêrîtan ku sala 1996'an li Sûriyeyê ji dayik bû bi eslê xwe ji Bexdayê ye. Bavê gerîla Bêrîtan piştî wezîfeya xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê vedigere Bexdayê. Bêrîtan anî ziman, dema ku dayika wê di 13 salî de hate zewicandin bavê wê 100 salî bû û got, "Mejiyê nêrza li nava malbatê di asta herî bilind de bû. Bavê min 7 caran zewicî bû. Dema ku ez ji dayik bûm bavê min jiyana xwe ji dest da. Dayika min piştre bi yekî din zewicî. Ez jî li gek kekê xwe mezin bûm. Piştî ku kekê min jiyana xwe ji dest da ez li gel metka xwe mam. Di 12 saliya xwe de bi kurê metka xwe re hatim zewicandin. Hevserê min yekî welê bû ku zext li min dikir. Zarokekî min çêbû."

Gerîla Bêrîtan ku jiyaneke zor û zehmet dît, kete nava lêgerînê. Bêrîtan Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û bi vî rengî qala serpêhatiya xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla dike: "Sala 2014'an dema ku êriş li dijî Şengalê çêbûn, min ji hevalên xwe re got ku divê biçim wê derê. Piştî ku hevalên min qebûl kirin çûm Şengalê. Dema ku gihîştim wê derê êriş bûbûn. Gava ku min jin, ciwan û zarokên Şengalî di wî halî de dît ez gelekî êşiyam. Wê demê min fêhm kir ku pêwîstiya gel bi me heye. Me jî ji bo gelê xwe şer kir. 3 salan ez li Şengalê mam. Civaka Êzidî ji bo xwe biparêze bi salan e li ber xwe dide. Heta ku ji Şengalê derketim ez bi gel re bûm. Piştî ku ji Şengalê çûm ez hatim çiyê."

'JIN Û CIWANÊN ROJHILATÎ DIVÊ LI BER SÎSTEMÊ RABIN'

Gerîla Bêrîtan piştî wezîfeya xwe ya li Şengalê dixwaze tevlî têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê bibe. Di encamê de berê xwe dide nava refên YRK'ê. Gerîla Bêrîtan wiha qala wê demê dike: "Min ji Şengalê hêzeke mezin wergirt û bi vî rengî jê derketim. Ji ber vê yekê min xwest li her devera Kurdistanê têbikoşim û xwe bigihînim jinên Kurdistanê. Li ser vê yekê hatim qada Rojhilat. Dîroka Rojhilat bi jinên xwedî îrade dagirtî ye. Ez jî ji bo bibim xwedî îradeyeke mezin û li dijî zextên rejîma Îranê yên li dijî jinan têbikoşim tevlî nava refên gerîla bûm."

Gerîla Bêrîtan di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir: "Divê jin û ciwanên li Rojhilat û Îranê xwedî li îradeya xwe derkevin. Ez jineke Ereb im û li Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşim. Ji ber ku zanim dema ku ev têkoşîn bi ser ket wê gelê Ereb û gelên din jî azad bibin. Lewma bang li jin û ciwanên li Îranê dikim ku serî li ber vê sîstemê hildin û têbikoşin. Eger jin serî hilnedin nikarin li nava civakê bijîn."