Li çiyayê Bagokê operasyon û bombardûmana giran

Li bejahiya çiyayê Bagokê ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye, artêşa Tirk bi hezaran leşkerî dest bi operasyon û bombardûmanê kir. Herêm bi zordarî hate valakirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li bejahiya çiyayê Bagokê bi hezaran leşkerî dest bi operasyonê kir. Gelek wesayitên zirxî ber bi herêmê ve hatin veguhastin û li gelek deveran çeper hatina vakirin.

Serê sibehê jî helîkopter li ser qadê geriyan. Şivanên ku hewl didan pezê xwe biçêrînin hatin astengkirin û li malên wan hatin vegerandin. Anons hate kirin ku gundî ji malên xwe dernekevin.

Qadên bilind ên Çiyayê bagokê jî gelek caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Her wiha hate ragihandin ku ji aliyê Mîdyadê gelek cerdevan û leşker hatine veguhastin.