Li Cenevreyê girtî û gerîla silav kirin

Kurdên li Cenevreyê dijîn, bêdengiya NY’yê ya li ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk şermezar kirin û peyama ‘Xwedî li berxwedan Zîlan û gerîla derdikevin’ dan.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hatibû destpêkirin didome.

Kurdistaniyan çalakiya xwe li konê berxwedanê yê danîbû didomîne. Şandeyek ji gelên herêmê yên Rojhilata Navîn serdana konê çalakiyê kir.

Kurdistaniyan di çalakiya ‘ Li dijî tecrîd, dagirker û qirkirinê her der Avaşîn, Metîna û Zap e; Dem dama azadiyê ye’ de pişta xwe dan NY’Yê û tecrîd û êrîşên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenvre (CDK) Salih Saglam berxwedan girtî û gerîlayan silav kir û got: “Em îro xwedî li berxwedana girtiyên li zindanan û gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, derdikevin. Em ê li dijî tecrîd û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a desteka dewletên Ewropa û DYE daye pişta xwe û êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze Kurdan qir bike, tim li qadan bin.”

Aktivîstan li dijî dagirkerî û tecrîdê belavok xwendin, Kurdistaniyan jî çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.

Çalakiya Kurdistaniyan a li pêşiya NY’yê ji 24’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê didome.