“Ez dixwazim dema ku şoreş pêk tê xêz bikim.” Jiyan Amargî ku rêwiyê vê xeyalê ye, di sala 2022’an de li Herekolê şehîd bû. Jiyan ji bo bibe xwediyê vê xeyala xwe berê xwe da Botanê, hesreta xwe ya ji bo her çiyayê dîtî û her gerîlayekî ku dîtibû anî ziman. Û wê hesretê kir ku hevok li pey hev rêz bike.
“Demek dirêj girt, lê min di xeyal an ramanê de zelaliyek bi dest xist. Ez dixwazim kêliya şoreşa me xêz bikim. Dixwazim kêliyên ku Rêbertiya me bi gelê xwe re û bi me re tê cem hev bikişînim û binivîsim. Ji ber vê yekê ez dixwazim bijîm. Heta wê demê, çi dibe bila bibe divê ez bijîm. Ez dizanim ku ew ê pir dirêj neke. Ji hevdîtina me ya bi Rêbertiyê re demek kin maye. Heta wê demê, çi dibe bila bibe divê ez bijîm. Bêyî ku Rêbertî bibînim, bêyî ku jê re bibêjim ku heta kêliya dawî ya jiyana xwe ez dilsozê wî me û bêyî dîtina reşka çavên wî yên dikenin ku li awira wî ya tûj zêde dibe, ez ê nemirim, divê ez nemirim. Dibe ku tekane tişta ku ez bi xwe di vê jiyanê de ji bo xwe dixwazim ew e ku ez bi azadî Rêbertî bibînim. Di rastiyê de ev daxwaza ferdî ya giştan e. Yanî daxwaza me hemûyan e. Ev xwesteka yên tî yên azadiyê û rêwiyên ku nêzî avê bûne ye...”
Meşiya li ser patîkaya ku Halîl Dag lê meşiyayî. Di bin siya darên ku Arjîn Amed bêhna xwe dayî de li ruhê xwe guhdarî kir, gerîlayên ku Hebûn rastî wan hatibû dît û jê hez kir, dîmen/wêneyên rêze çiyayên ku Cesûr Roboskî girtibûn, wê di yek çarçoveyê de kişand û di dîrokê de tomar kir. Jiyan bû danasînerê pêlek mezin a heqîqetê ya ji Xelîl heta Arjînan. Bû şopdarê gelek şehîdan ku ala xeyalên xwe radestî rêhevalên xwe kir. Ji hinekan re nivîskar, ji hinekan re rojnamevan, ji hinekan re gerîla bû. Bi hemû ruhê xwe şoreşger e. Jiyan bû deng, guh, çav û dilê gerîlayê serketî yê li çiyayan têkoşîna azadiyê dide. Jiyan di şert û merc û pêvajoyên herî dijwar de, dema ku dagirkeran digotin “gerîla qediya” bû dengê gerîlayên li Botanê li berxwe didin. Wek navê xwe tijî jiyan, bi kelecana jiyanê, bû navê Kurdî yê jiyanê.
Demek derbas bû, deriyê Herekolê ji me re vekir û em bi gerîla re anîn cem hev. Demek derbas bû, di operasyona dagirkirina Cûdî de bi lehengî ber bi herêmên şer ve meşiya û bi kameraya xwe gelek çalakî tomar kir. Demek derbas bû, li Katoyê dengê gerîlayan ku di binê berfê de li dijî dagirkeran li berxwe didin ji me re hat. Demek derbas bû, me li stranên ku wî ji Besta girtibûn û li dengê gerîla guhdarî kir. Em fêr bûn ku Ronî bi lehengî li Kela Memê li berxwe da û şehîd bû. Jiyan bêyî ku li paş xwe binêre her tim ji bo xwe meş esas girt. Ji bo ku hemû gerîlayên li Botanê bibînê her tim meşiya. Bi her gerîlayê ku xwe digihandê, hinekî din şoreşgertir dibû, bi her kenê gerîla yê ku dikişand, hinekî din nêzî azadiyê dibû. Çîrokên gelek gerîlayan bêyî ku hesab bike ez ê kengê xwe bigihînim wan jî nivîsand. Wê gelek çîrokên gerîlatiyê bi me da nasîn. Bi saya kameraya wê me bi çavên gelek gerîlayên ku çarenûsa jiyanê û mirina xwe danîne rexekê dît. Me ji kameraya wê şahidiya bedewiya Dîren kir. Me dengê xweş ê Nûda ji mikrofona wê bihîst. Bi saya pênûsa wê em fêrî çîroka jiyana Vejîn û berxwedana wê ya nûkirina xwe bûn. Ji kamera û vegotinên wê me germahiya Êrîş, helwesta Harûn a rast û belkî ya herî bedew govenda ku Nûjînê bi hemû ruh, coş û moralê xwe girtibû dît. Bi saya sekna wê ya berxwedanê me gerîla di dilê xwe de mezin kir. Jiyan evîndarê jiyanê bû û di rojnivîska xwe de evîna xwe ya jiyanê wiha anî ziman:
“Ez li jiyana ku ez tê de difikirim, ez ew qas girêdayî bûme ku! Ez nikarim li ser ramanên ku jiyana bê çiya, heval û têkoşînê dihizire bihizirim. Ev ne prolekirinek e, ev rastî bi xwe ye. Ew jiyana min e. Carinan difikirîm ku ez ne di jiyana çiyê de me, lê dewam wê nayê. Piştê wê dibe ku ji bo min mirin be. Mirineke bi rûmet. Lêbelê, kêliyên destpêkê yên dema hatimî tên bîra min. Her çend ez di têkoşîna PKK'ê de gelekî bi biryar bûm jî, dema ku ez nû hatim çiyê, em bihêlin temenekê, ez hizirîm bê ka ez ê salekê çawa derbas bikim. Jiyan, bi hemû pîvanên xwe, ji min re biyanî xuya dikir. Yan ez yê biyanî bûm. Erê, teqez ez bûm yê ku ji xwezaya xwe biyanî hatibû hiştin. Û ev xerîbî di demeke kurt bi qasê mehekê de xilas bû. Demeke kin piştî ku ez tevlî bûm, ez ewqas fêrî vê jiyana çiyayî bûm ku ji wê demê heta niha fikrên jiyana ku ne ev jiyane be li min heram bû.
Di vê jiyanê de, hûn pêşî fêrî meşê dibin. Dema dimeşî, tu giyanê axa ku gava xwe datînî serê, dara-kulîlka ku tu dibînî, kevirên ku tu pala xwe didî wê û ava ku tu vedixwî dixwînî. Tu digihîjî raza hevaltiya ku di qada şer de ku her yek ji wan ji cîhanên cuda hatine ba hev û milê xwe dane milê hev. Bi qasê ku hûn vê yekê dijîn, hûn xwe peyda dikin.”
Jiyan, ji hemû zehmetî, tengasî û hema hema hemû kemîn û sûrprîzên ku jiyan datîne pêşiya wê; navê “Her tişt ji bo jiyaneke baştir” lêkiriye û di rojnivîska xwe de tomar kiriye. Di rojnivîska xwe de hest, dilsozî û baweriya xwe ya li hemberî gerîla anî ziman. Di rojnivîska wê de em bûn şahidê heyrantiya ku ji bo gerîla hîs dikir, lêpirsînkirina helwesta wê ya şoreşgerî û pevçûna gelek hestên ku di diyalektîka mirin û jiyanê de serdest in bûn.
Jiyan Amargî di rojnivîska xwe de wiha gotiye;
“Dema ku em gihîştin dawiya kampa xwe ya ku tempoyeke bilind a tevlêbûnê dixwaze, ez dikarim bibêjim ku ev kamp ji gelek aliyan ve ji bo min hînker bû. Kampa ku her kêliyê tije ders bû. Ez hem xebitîm û hem jî konsantre bûm. Bi rastî min nehîşt tu kes ji kesî re bibe asteng. Aramiya ku kar çêdike, konsantreyên ku aramî dide çêkirin… Ez dikarim bibêjim ku kamp ji her alî ve ji bo min berhemdar bû. Min li vir gelek hevalên hêja peyda kirin. Min gelek piştgirî girt. Diljîn jî di nav de hemû hevalan piştgirî dan. Dibe ku ji bilî hêza ku min ji Rêbertî û rêxistinê girtî moral û motîvasyoneke jiyanê bû. Jiyan bi hevaltî xweş e.
Tenê xema min ew e ku ger operasyon derkeve ez ê çi bikim. Bi rastî du bombeyên min hene. Yek ji bo dijminê teqez û yê din ji bo min û dijmin. Ger hiş û hêza tiliyên min têrê bike ku pîmê bombeyê bikişînim û şert û merc destûrê bidin ez ê teqez wê bombeyê li ser xwe û dijmin biteqînim. Çûna dinyaya din bê dijmin nabe. Ku min behsa wan mijaran kir, dixwazim behsa xalekê bikim ku ji zû ve min dixwest binivîsim, lê min newêrîbû binivîsim. Em gerîla ne û tu nizanî mirin wê li ku û kengî were. Em dikarin di her kêliyê de bi fîşekekî bê ser û ber an bi qazaneke nemerd an jî rokêtê bimirin. Ev yasayê şer e. Em her tim ji mirina ku wê bivejîne re amade ne.”
Jiyan Amargî ev tişt gotine, bi vê zanabûnê û hişyariyê rojnivîska xwe nivîsandiye. Çawa ku nivîsandibû jiya û şehîd ket. Jiyan di operasyona dagirkeriyê ya li herêma Herekolê de şehîd bû. Bi sedan çîrokên ku divê werin zanîn, bi sedan destanên lehengiyê ku divê werin naskirin li pey xwe hişt. Jiyan xwe ji bo me hişt. Yanî jiyana wê. Jiyan Amargî gotibû: “Mirin hêsan e.” Bi dest û çav û dilê xwe yê azadî dîtibû re dabû gotin; “mirin hêsan e” û behsa rastiya doza ku ew li ser dimeşiya kir.
“Li gel hemû arasteyan jî, parastina welat ji êrîşên hovane, têkoşîna jiyanê ye. Mirin hêsan e. Hûn dilê xwe dikin qurbana guleyekê û her tiştî li pey xwe dihêlin. Tu yê bi çavên vekirî neçî ji ber ku tu dizanî ev doz wê bigihîje encamê. Mirin hêsan e. Ev doz wê bi azadî bi encam bibe. Wê bi azadiya Kurdistaniyan bi dawî bibe. Lê hin tişt wê di hundurê te de bimîne. Rêhevalê te yê li qada cengê şer dike wê tu carî ji bîra te neçe. Gelê te ku ji te re dibêje ‘hêviya min’... Rêbertiya ku her tiştî xwe ji bo vê yekê feda kirî... Wesiyeta rêxistinê û şehîdan... Ramanên ku fermanê didin jiyanê û ramanên ku çi dibe bila bibe te arasteyê berxwedanê dikin e. Lewma jî divê mirov nemire. Ji ber vê yekê divê mirov bijî. Roj wê were Kurdistan wê bibe gora pergala kapîtalîst. Heya wê rojê her bijî gerîlayên Kurdistanê. Her wê bijî ROJ a me.”
Herekol ku wek sekna rast a dozekê disekine, Jiyan xist nav dilê xwe. Bû yek ji wan pêlên ku ruh da doza azadiyê û li Botanê herikî…