Li Bestayê qira daran tê anîn

Artêşa Tirk li Bestayê qira daran tîne. Darên ku tên birrîn li baregehên leşkerî û li malên cerdevanan tên bikaranîn.

Li herêma Bestayê ya Şirnexê di van mehên dawîn de li gelek qalan gelek dar hatin birrîn.

Li qada Bişiyê Reş, Gêloşî û Milê Sinê yên di navbera Gundikê Melî û Qilebanê bi hinceta ‘ewlehiyê’ dar tên birrîn. Darên li nêzî baregehên leşkerî ji aliyê cerdevanan tên birrîn û li nêzî Fermandariya Tabûra Komandoyan a Bestayê tên komkirin.

Darên gûz, fisteq, sêv, hirmî, alûçe û kizwanan tên birrîn û bi traktoran dibin nêzî qereqolê. Ev darên di nav baxçeyên gundên cîranan de ye piştî birrînê cerdevan ji xwe re dikin ardû.

Tê ragihandin ku darên hatine birrîn ew ê baregehên leşkerî yên herêmê jî ji xwe re bikin ardû.