Li Bestayê birrîna darên mêweyan qaşo polîtîka daristanvaniyê ye

Bi hezaran darên mêweyan ên li Bestayê yên di navbera Gundikê Melî yê Şirnexê û Qilebanê hatine birrîn, hat îddîakirin ku di çarçoveya polîtîkaya Daristanvaniyê de hatine birrîn.

Li herêma Besta ya Şirnexê li qadên Geloşî û Mila Sinê li jêr çavdêriya leşkeran bi hezaran darên mêweyan hatin birrîn. Her sibeh bi çavdêriya leşkeran cerdevanan darên mêweyan birrîn. Darên mêweyan tekane riya debarê ya gel e û ev baxçeyên mêweyan tên tinekirin. Bi hezaran darên ku hatin birrîn jî li qada vala ya li hemberî Qereqola Jendirmeyan a Mîllî hatin komkirin. Tevî ku gel bi hezaran îmzeyan serî li Gerînendetiya Xebitandinê ya Şirnexê da jî, gel ti bersiv nestend. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bi pêşniyaznameya pirsan birrîna daran li meclîsê da nîqaşkirin. Pirsên Bîrlîk ên “Li herêma Besta ya Şirnexê sedema birrîna daran çi ye, kê fermana birrîna van daran daye, ji bo pêşîlêgirtina vê birrînê tu xebat heye, gelo yên ku ev tişt kirine wê ceza li wan were birrîn” bêbersiv man.

Wezîrê Daristan û Karê Avê Veysel Eroglû bi du rêzikan bersiva pêşniyaznameya pirsan da û got, "Xebatên daristanvaniyê yên li hêrêmê li gorî mewzûatê tê kirin û haya îdareya me jê heye û di vî warî de tu nelirêtî tune."