Li bejahiya Mêrdinê kamerayên nixumandî hatine bicihkirin

Derket holê ku li bejahiya herêmên Qoser û Nisêbînê kamerayên nixumandî yên bi armanca leşkerî tên bikaranîn, hatine bicihkirin.

Hate diyar kirin ku li bejahiya gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û gundên derdora wê kamerayên nixumandî yên leşkerî hatine bicihkirin. Hate diyarkirin ku li qada dîrokî ya gundê Marînê û li herêma Omeryan a Nisêbînê jî heman kamera hatine bicihkirin. Kamera ku ji aliyê gundiyên li herêmê ve hatine dîtîn, nayê zanîn ku ji aliyê kê ve bi çi armancê hatine bicihkirin. Gundiyan têkildarî rewşê agahî dan mixtar. Li ser vê mixtar li qereqolê geriya û diyar kir ku şêniyên herêmê li beajiyê cisimê biyanî dîtine. Rayedarên qereqolê jî ji mixtar re gotin “Ew ên me ne, dest nedin wan."

Gundiyan diyar kirin ku ji kamerayên hatine bicihkirin aciz in.

Li aliyê din li bejahiya Kanîsorkê ya Çiyayê Mazî yê navçeya Qoserê ya  Nîsêbînê heman kamera hatine bicih kirin. Li herêma ku jêre Kewira Dirêj tê gotin, kamera ji aliyê gundiyan ve hatine dîtin û bi heman şêweyê leşkerî hatine nixumandin. Gundiyan diyar kirin ku kamera li ser gir û kevirê ku jêre Kewira Dirêj tê gotin hatine danîn. Bi heman şewêyî li herêma Xursê ya  Qoserê û li gelek bejahiya herêmên din kamera hatine danîn. Li aliyê din hate diyar kirin ku ketin-derketina li van herêman hatiye qedexekirin.