Li Bedlîsê qeyûm çav berda dikanan
Li Bedlîsê qeyûmê biryar da ku di bin navê 'projeya veguherîna bajêr' de dikanên li navenda bajêr hilweşîne. Dikandaran jî gotin ku ew ê dikanên xwe vala nekin.
Li Bedlîsê qeyûmê biryar da ku di bin navê 'projeya veguherîna bajêr' de dikanên li navenda bajêr hilweşîne. Dikandaran jî gotin ku ew ê dikanên xwe vala nekin.
Ahmet Çinar ku weke qeyûm hate ser şaredariya DBP’ê ya Bedlîsê li bajêr ku pêşî weke herêma afatê hatibû ragihandin, ji bo projeya 'veguherîna bajêr' pêk bîne kete nav kêferatê. Lê Çinar ji ber sedema ku herêma afatê ye bê berdêl dixwaze dikanan bike malê dewletê. Dikandar bi biryar xuya dikin ku ew ê dikanên vala nekin û helwestê li dijî Çinar nîşan didin ku herêma afatê weke fersend bi kar tîne. Di serdema hikûmeta AKP’ê de jêderka mezin a debara Bedlîsê tûtin bû û ev hate qedexekirin. Li Bedlîsê piştî febrîqeya tûtinê hat girtin, nayê zanîn wê rewşa bazirganiyê çawa be.
'EM Ê VALA NEKIN'
Dikandaran têkildarî mijarê gotin ku dikandar û gel mexdûr dibin û helwesta xwe nîşan dan. Dikandarê Bedlîsê diyar kirin ku ew ê qebûl nekin bi navê camewerîkirinê bi bihayekî kêm dest li ser dikanên wan deynin û gotin, beriya ku ev mijar bi wan re were nîqaşkirin pêkanîna projeyeke wiha rast nabînin. Dikandarê Bedlîsê diyar dikin ku di maweya diyarkirî de ew ê dikanên xwe vala nekin.
KARTAL: DIVÊ BI DIKANDARAN RE RÛNIN
Sekreterê Giştî yê Odeya Hunermend û Dikandaran a Bedlîsê Metîn Kartal got ne tiştekî rast e ku beriya bi dikandaran re were axaftin ev biryar were pêkanîn. Kartal got ew ê têkildarî mijarê komîsyonekê ava bikin û got: "Li qiraxa çemê navborî nêzî 100 dikan hene. Beşek ji vê yê îdareya taybet beşek jê yê darayî û beşek ê TELEKOM’ê ye. Milkê nêzî 100 hebî jî yê esnaf bi xwe ye.
Kartal diyar kir ku ew li gel wê ne hemû esnaf têkildarî mijarê fikra xwe bibêjin û proje bi dikandaran re were axaftin. Kartal anî ziman, bêyî esnaf were mexdûrkirin divê çareyek were dîtin û got: "Em dixwazin bajarê me xweşik bibe. Em nikarin bar ragirin. Li gorî projeyê esnafên me mexdûr dibin. Sûk biçûk e, nikare barê bazirganiyê ragire. Divê cihê dîrokî werin parastin."