Li Bedlîsê ji bo operasyonê rêya gundan bi xendekan hate girtin
Leşkerên Tirk ku li Bedlîsê amadekariya operasyonê dikin rêyên gundan bi xendekan girtin. Bi hezaran leşker tevlî operasyonê bûne û çûnûhatina li gundan hatiye qedexekirin.
Leşkerên Tirk ku li Bedlîsê amadekariya operasyonê dikin rêyên gundan bi xendekan girtin. Bi hezaran leşker tevlî operasyonê bûne û çûnûhatina li gundan hatiye qedexekirin.
Artêşa Tirk li gundên Balcilar, Balcilara Jor, Oleka Jêr û Jor a herêma Şêx Cuma ya Belîsê amadekariya operasyonê dike. Artêşa Tirk çûnûhatina li van gundan qedexe kir û xwe kar dike operasyonê bike.
Rêyên gundan bi xendekan hatin girtin û destûr nadin ku kesek bikeve gundan û ji gundan derkeve.