Li Bedlîsê êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk

Li navçeya Xîzanê piştî "qedexeya derketina derve" ya li 10 gund û gundikan, di operasyonê de şer qewimî. Hate ragihandin ku di serdegirtinan de 3 kes hatin destgîrkirin.

Biryara qedexeya derketina derve ya li ser gund û gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê yên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê didome. Biryara qedexeyê şevê din saet derdora 21.00’an hate ragihandin û hat destnîşankirin ku nediyare wê kengî were rakirin. Piştî biryara qedexeyê, li dijî gund û gundikên navborî operasyoneke berfireh hate destpêkirin. Hat ragihandin ku li herêmên operasyon lê hatine destpêkirin car bi car şer diqewime û bi taybetî jî li bejahiya Xûlapûrê şerekî giran heye.

Ketin û derketina jîngehan qedexe ye û hat zanîn ku leşkeran li gundê Xûlepûrê bi ser gelek malan de girtin. Li gorî agahiyan; di encama serdegirtina malan de ji şêniyên gund Sakîn, Muzaffer û Bedrettîn Altin hatin destgîrkirin. Nehat zanîn bê ka gundiyên navborî çima hatine destgîrkirin. Her sê gundî jî li Fermandariya Jendermeyan a Xîzanê têne ragirtin.