Li Bazîdê berdevka meclîsa şaredariyê ya HDP’yî ji peywirê hate stendin

Berdevka Meclîsa Şaredariya Bazîdê, Hamîde Tûran a HDP’yî ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hate stendin.

Berdevka Meclîsa Şaredariya Bazîdê, Hamîde Tûran a HDP’yî bi hinceta lêpirsînên li ser wê ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hate stendin. Tûran diyar kir ku ev biryareke li dijî hiqûqê ye.

Tûran diyar kir ku di meha Cotmehê de Yildiz Acar, endamên meclîsê yên serbixwe Mecbûriye Şahîn, Mahmût Dogan, Baran Karahan û rojnamegerekî herêmî Riza Solak giliyê wê li TEM’ê kiribûn û derbarê wê bi qasî mehekê biryara dûrxistinê hatibû dayîn. Tûran diyar kir ku armanca van êrîşan ev e ku avadaniya xurt a li vê derê hilweşînin.