Li Bazîdê 9 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku roja 4'ê Adarê li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navendê diyar kir ku yek ji leşkerên hatine kuştin, 'fermandarê yekîneyeke artêşa Tirk' e. Her wiha li çalakiyên gerîla yên li Çelê û Şemzînanê jî agahî da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

AGIRÎ

"3'ê Adarê li herêma Demirkapı ya navçeya Bazîd a Agiriyê artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên bê mirov (İHA) dest bi operasyonê kir. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de 4'ê Adarê yekîneyên dijmin ên derketin operasyonê xistin bin kontrola xwe. Heman rojê saet 15:20'î hêzên me li yekîneyên dijmin xistin. Ji cihekî nêz derb li wan hate xistin û leşkerên dijmin ji çeperên xwe derketin. Di çalakiyê de 2 çeperên yekîneyên dijmin bi temamî hatin rûxandin û yek jê fermandarê yekîneyê, 9 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

COLEMÊRG

3'ê Adarê saet 14:00 hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

4'ê Adarê saet 10:00, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Kanîreşê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me çalakiyek kirin. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."