Li Bazid û Çelê çalakiya sekvaniyê: 2 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Bazid û Çelê di çalakiyan de 2 leşker kuştin. Balafirên şer ên Tirk jî Qadên Parastina Medya bombe kirin.

Navenda Ragihandina HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da. HGP’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan:

‘’Balafirên şer ên artêşa Tirk 24’ê Adarê bi rengekî zêde herêmên Qendîl, Xakurkê, Metîna, Zap û Avaşînê yên qadên me yên Parastina Medyayê bombe kiriye. Di encama bombekirinê de gelek jîgeh ziyan dîtine, agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiya wiha ne;

DI ÇALAKIYÊN SEKVANIYÊ DE 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

24’ê Adarê saet 11.20’an hêzên me bi ser qereqola Girê ya bi ser Çelê ya Colemergê ve çalakiyeke sekvanî pêk anîne û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.

22’yê Adarê saet 12.00’an hêzên me bi ser leşkerên grê Serêkaniyê yê Bazida Agirî de çalakiyeke sekvanî pêk anîne û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.

BALAFIRÊN ŞER QADÊN PARASTINA MEDYA BOMBE KIRIN

24’ê Adarê  saet 09.00, 15.00 û 18.00-19.00’an balafirên şer ên artêşa Tirk qadên Çemço, Çiloyê Biçûk û Şikefta Birîndaran a girêdayî herêma Zapê ya qadên Parastina Medya bombe kirine.

24’ê Adarê saet 11.00-11.30’an û 15.00-15.30’an balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Şehîd Faraşîn û Mamreşo ê girêdayî qada Avaşînê bombe kirine. Dîsa saet 17.00-19.00’an balafirên şer Geliyê Avaşînê bombe kirine.

24’ê Adarê saet 17.30- 18.00’an balafirên şer qada Dola Bedrana a Qendîlê û derdora gundê Dêreşê bombe kirine. Di encamê de ziyan gihaştiya malên gundiyan.

24’ê Adarê saet 18.30’an balafirên şer mintiqeya Kanîreşê ya qada Xakurkê bombe kirine.

24’ê Adarê saet 20.00-20.30’an balafirên şer derdora gundê Bazê yê qada Metîna bombe kirine. Di encamê de ziyan gihaştiye mal, bax û baxçeyên gundiyan.