'Li Bazîd, Oremar û Çelê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Bazîd, Oremar û Çelê çalakî lidar xistin û di encamê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla li Bazîd, Oremar û Çelê çalakî lidar xistin û di encamê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Navendê, der barê çalakiyên gerîla yên li Bazîd, Oremar û Çelê ev agahî da:
ÇALAKIYA LI BAZÎDÊ
"Roja 18'ê Nîsanê, li dijî leşkerên artêşa TC ên hewl didan li girekî qada Birnê Reş a li navçeya Bazîd a Agirî bi cih bibin, çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin. Çalakiyên sabotajê li hemberî wesayîteke zirxî ya ku hewl dida xwe bigihîne ser gir û 2 komên cuda yên leşkeran hatin lidarxistin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin. Artêşa TC a derbên giran xwar, neçar ma xwe vekişîne. Piştî çalakiyê, leşkerên mirî û birîndar bi gelek ambûlans û helîkoptera Skorsky hatin rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Bazîd û Erdîşê şehîd bûn û li hemberî êrîşên dema dawî yên artêşa TC li dijî şehîdgehên me dike, hatiye kirin.
ÇALAKIYA LI OREMARÊ
20'ê Nîsanê saet di 12:00 de, hêzên me bi hawanan li leşkerên li girê Elîşêr ê li herêma Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat tespîtkirin.
ÇALAKIYA LI ÇELÊ
Roja 18'ê Nîsanê saet di navbera 05:00-06:00 de, hêzên me li Çiyayê Reş ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî komek leşkerên li ser girê Cîgerxwîn tevdigeriyan, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER
Roja 20'ê Nîsanê saet di navbera 13:00-15:00 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li mintiqeyên Mervanos û Şukê yên li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand."