Li Başûrê Kurdistanê roj û dîroka çalakiyên protestoyên 15’ê Sibatê

Komîteya Çalakiyên Komploya 15’ê Sibatê, bi boneya salvegera Komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roj û dîrokên çalakiyên ku li Başûrê Kurdistanê bên lidarxistin eşkere kirin.

Komîteya Çalakiyê, bi sirûda “Azadiya Ocalan wê bibe sembola yekîtiya netewî û aştiyê” çalakiyên ku bê lidarxisitin starta wê 10’ê Sibatê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê xwepêşandanên protestoyê, meş, semîner û panel bên li dar xistin, her wiha wê Ciwanên Tevgera Azadî wê meşekî ku 6 rojan dewam bike li dar bixin.

Cih û dîroka çalakiyên ku li Başûrê Kurdisatnê bên lidarxistin wiha ne:

 “Di 10'ê Sibatê de wê Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve destpê bike.

Di 12'ê Sibatê li navçeyên Çemçemal û Sayîdsadiq ên Silêmaniyê xwepêşandanên protestoyî bên lidarxistin.

Di 13'ê Sibatê de li Kerkûkê çalakiytên protestoyê bên lidarxistin.

 Di 14'ê Sibatê de li Derbendîxanê çalakî bên  lidarxistin.

Di roja 15'ê Sibatê de li Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Kelar û Daqûqê bi awayekî girseyî çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Ji berî 15'ê Sibatê wê li Dihok, Kalar, Kifrê, Silêmanî, Raperîn û Hewlêrê wê têkildarî Komploya Navneteweyî û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semîner û panel bên dayîn.”