Li Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê nimêja înê

Di serî de Silêmanî li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê nimêja înê wê ji bo Efrînê were kirin, ku dewleta Tirk êrîşê bi ser de dibe.

Alim, melayên Başûrê Kurdistanê tevlî çalakiyên dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê dibin. Alim, melayên CÎK’ê, ji Silêmanî û bajarên dî yên Başûr îro ji bo Efrînê dia kirin.

Di serî de Silêmanî, bajar, navçe û bajarokên Başûr ji bo Efrînê wê nimêja Înê bikin. Tê paytin ku li Silêmanî li Parka Azadî nimêja Înê ji bo Efrînê were kirin û bi hezaran kes wê tevlê bibin.

ÊRÎŞA SER MELA SENGAWÎ

Her wiha şevê dî hin kesên nenas êrîşeke bi çekdarî bi ser mala Mele Saman Sengawî de birin, ku Sengawî pêşengiyê ji nimêja înê ya ji bo Efrînê re dike. Li mala Sengawî ya Silêmanî reşandin û her wiha ziyan dane wesayita wî. Êrîşkaran zerfeke ku gef li Sengawî xwaribûn hiştin û ji cihê bûyerê reviyan. Êrîşkar hê nehatine girtin.

Sengawî bi rexneyên tund ên dijî rêveberiya herêmê tê zanîn. 2017’an li Çemçemalê êrîşeke çekdarî bi ser de biribûn.