Li Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan û erîşa dewleta Tirk şermezar kirin. Li Hewlêrê jî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî hate şermezarkirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li gelek bajaran daket qadan. Êrîşên dewleta Tirk li Silêmanî, Ranya, Koyê, Seyîdsadiq, Şengal û Hewlêrê hatin protestokirin.

LI RAPERÎNÊ SLOGANÊN ‘ERDOGANÊ QATÎL’

Li Ranyayê bi hezaran kes li pêşiya Camiya Seyîd Qadir kom bûn û heta navenda Ranyayê meşiyan.  Piştî meşê endamê PYD’ê Bekir Kobanê axivî û got, “Berxwedêrên Efrînê ew ê destûrê nedin dagirkeriya Tirkiyeyê. Ji bo Efrînê divê li her çar parçeyan gelê me li ser piyan be.”

‘EM HER DERÊ BIKIN QADA ÇALAKIYAN’

Li Hewlêrê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku “Ji Xaneqînê heta Zaxoyê divê ciwanên Başûrê Kurdistanê têkevin nav hewldnan. Di nav refên YPG/YPJ’ê de em komploya dewleta Tirk pûç bikin.”

‘EM BI ROJAVA RE NE’

Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê jî li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê hêrs hebû. Li vê derê hate diyarkirin ku ciwanên Başûrê Kurdistanê amade ne ku, li kêleka Rojava şer bikin.

‘EW Ê ERDOGAN NEGIHÊJE ARMANCA XWE’

Li navçeya Sinûnê ya Şengalê jî dagirkeriya Tirkiyeyê hate protestokirin. Meş li Sinûnê hate destpêkirin û heta Xanesorê domiya. Di meşê de hat diyarkirin ku ew ê Erdogan negihêje armanca xwe û gelê Êzidî wê bi Efrînê re ye.

LI HEWLÊRÊ ÇALAKIYA LI PÊŞIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Li Hewlêrê jî komek nivîskar, ronakbîr, rojnameger û parêzer li pêşiya Avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî şermezar kirin.