Li Başûrê Kurdistanê ceza li rojnameyekê hate birîn

Dadgeha Dihok li Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevan û aktivîst Umed Beroşkî ji ber parvekirinên li ser tevna dijîtal salek cezayê girtîgehê lê birî.

Li Dihokê îro Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî ji 3 dozan hate dadgehkirin. Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî û herdu parêzerên xwe Remezan Doskî û Rêvîng Berwarî amade bûn.

Li gorî agahiyên birayê Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî, Mahîr Beroşkî dane Rojnews’ê, li Umêd 6 doz hatine vekirin û îro 3 doz rojeva dadgehê bû. Dadgehê rûniştina 3 dozên li Umêd hatin vekirin ji bo meha Tîrmehê paş xist.

Ji ber Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî li ser hesabê xwe yê Facebookê nûçeya serdegirtina mala Mamosta Bedel Berwerî ya ji aliyê asayîşê ve parve kir, herwiha li ser lidarxistina xwepêşandanan û qalkirina efserek polîs parvekirin kirine  ev hersê dozên îro ji ber hatin dadgehkirin lê hatibû vekirin. Rojnameger û Aktîvîst Umêd Beroşkî parastina xwe kir û diyar kir ku wan daxwaza destûra  xwepêşandanê kirine, lê bersiva wan nehatiye dayîn.

Tevî parastina parêzer û Umêd, ji dozekê 250 hezar dînar ceza û li her du dozên din jî salek cezayê lê hatiye birîn.

Ji derveyî van 6 dozên li Umêd hatine vekirin, Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘xelkê teşwîqî xwepêşandanê dike’  li gel Mamsota Bedel Berwarî di roja 16’ê Sibata îsal hate dadgehkirin û piştre dosya wî şandin Dadgeha Lêkolînê kirin.

Mahîr Beroşkî têkildarî tenduristiya birayê xwe diyar kir ku lewaz bûye, lê rê nehate dayîn qet li gel biaxivin, heta ku rewşa wî bipirsin.

Wê di 29’ê Tîrmehê de Umêd Beroşkî û Mamosta Bedel Berwerî li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê careke din werin dadgehkirin.