Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk didomin

Li Başûrê Kurdistanê  çalakiyên li dijî dagirkeriya AKP’ê belav dibin.  Wê îro Eniya Neteweyî li dijî dagirkeriya Tirk mîtîngekê mezin li dar bixe.

Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li ser  Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Duh piştê meşa Qendîlê ya ku hezaran kes tevlê bibû, îro jî Eniya Neteweyî wê li Silêmaniyê mîtîngeke girseyî  li dar bixe.

Meşa li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê wê di saet 16.00’an de  li Rêya Shulake a li Silêmaniyê dest pê bike û wê li Parka Nalî biqede. Gelek rêxistinên civakî, nivîskar, akademîsyen, hûnermend, alimên ayînî, partî û rêxistinên siyasî piştgiriyê didin vê meşê.