Li Başûr wê hejmara memûr û teqawîdan were kêmkirin

Hate ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê wê teqawîdên di bin 50 salî , dawî li teqawîdbûna wan were anîn.

Piştî referandûma Başûrê Kurdistanê, yek jî pirsgirêkên berbiçav di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraq û Rêveberiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de hejmara memûr û mûçeyan bû. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê daxwaza dayîna mûçeyên memûran kir. Di 26’ê Kanûnê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo dayîna mûçeyên memûran daxuyanî da û wiha got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hejmara memûrên li herêmê diyar bike pêwîst e bi me re hevkariyê bike.”

WÊ DAWÎ LI KARÊ GELEK KESAN WERE ANÎN

Piştî daxuyaniya Ebadî di navbera Rêveberiya Bexda û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ji bo diyarkirina hejmara memûrên di beşa perwerde û wezareta tendirûstiyê de komîsyonekî ji 7 kesan hatibû avakirin. Di komîsyonê de 5 kes  nûnertiya Hikûmeta Navendî ya Iraqê dikin û 2 kes jî ji Rêveberiya Başûrê Kurdistanê cih digire. Di rojên pêşiya me de wê komîsyon ji bo diyarkirina hejmara memûran dest bi kar bike û piştî diyarkirinê tê payîn ku mûçeyên memûran were dayîn, li aliyê din wê dawî li karê gelek kesan were anîn.

MÛÇE TÊ BIRRÎN

Li aliyê din demeke dirêj e ji aliyê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve ji bo kêmkirina hejmara memûr, kesên teqawîdan gotûbêj li ser qanûna teqawîdan tê kirin. Bi vî awayî biryar hate dayîn ku teqawîdên di bin 50 salî de wê mûçeyên wan were birrîn. Bi biryara hatî girtin re li derdora Silêmanî mûçeyên bi hezaran kesên di bin 50 salî re hatiye qutkirin.

HIŞYARIYÊN ‘KRÎZEKE NÛ’

Pîsporan ragihand ku bi vê pêkanînê re bi hezaran kesên ku tenê dahata wan li ser vê mûçeyê ye, wê bibin mexdûr û ev jî wê bi xwe re krîzeke din ya civakî û pirsgirêkên din bîne.